BI DÎMEN

Meclîsa Ciwanan a Darmstadê: Ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê mezin bikin

Endamên Meclîsa Ciwanên Darmstadê yên ku Nobeta Azadiyê dewr girtin, anîn ziman ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê têkoşînê bidomînin û bang li ciwanên Kurd kirin ku rêxistiniya xwe mezin bikin.

NOBETA AZADIYÊ

Çalakiya ku 13 sal in ji bo hilweşandina sîstema êşkencê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 629’an de didome.

Nobeda Azadiyê ku her hefte ji aliyê komên Kurdistaniyên li Ewropayê ve dewr tê girtin, vê hefteyê li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Darmstadê ji aliyê malbata Oltan û li ser navê Meclîsa Ciwanan a Darmstadê Cengîz Ozcan, Mehmet Bal û Abbas Mêrdîn dewr girtin.

Ciwanan peyama mezinkirina têkoşîna li dijî xiyanet, hevkarî û êrîşên dagirkeriyê dan.

Ciwanên nobet dewr girtin banga mezinkirina rêxistinêkirinê kirin û gotin: "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe em ê têkoşînê bidomînin."