BI DÎMEN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê: Em ji diyalogê re jî, ji berxwedanê re jî amade ne

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji bo çareseriyê bi her derdorê re alîgirê diyalogê ne û got: “Em sala li pêşiya xwe jî bi berxwedanê derbas bikin. Ez bawer dikim ku pêşveçûneke hîn xurttir çêbibe.”

NIRXANDINÊN FERMADARÊ QSD’Ê

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî bersiva pirsên ANHA’yê da û destnîşan kir ku ne pêkane mirov vegere beriya 12 salan û di sala 13’an de wê geşedanên nû çêbibin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê anî ziman ku nakokî û pirsgirêkên di navbera Enqere û Şamê de ji xalên hevpar hîn zêdetir e û ragihand ku gelek zehmete ku her du alî li hev bikin.

Ebdî got, “Em bawer dikin ku çareserî wê bi Şamê were. Hevdîtinê me hene, lê divê Şam jî nêzîkatiya xwe li berçav derbas bike.”

Ebdî destnîşan kir ku bi şertê ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji herêmên dagirkirî derkeve, dikarin bi wê jî diyalogê bikin.

Mazlûm Ebdî ev tişt jî got: “Ev 12 sal in em hewl didin bi rejîma Sûriyeyê re bi diyalogê çareseriyê pêk bînin. Em bawer dikin ku wê bi rejîma Sûriyeyê re diyalog çêbibe. Em ê xebatên xwe bidomînin. Di navbera me de hevdîtin hene. Lê lihevkirin nîne. Ji ber ku rejîma Sûriyeyê hîna ji çareseriyê re ne amade ye. Ji bo vegere rewşa beriya 2011’an şertên wê hene.”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku eger sala 13’an jî bi berxwedanê derbas bibe, wê pêşveçûneke hîn xurttir çêbibe.