2 şervanên QSD'ê şehîd bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir ku li kantona Dêrazorê şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "2 şervanên me di qezeyekê de dema erka xwe ya leşkerî dianîn cih li Dêrazorê şehîd bûn.

Şervan Armanc (Eymen Osman Kor) û Mihdî (Hesen Mihemed El Debûs) di qezeyeke trafîkê de li herêma kargehan a bakurê Dêrazorê şehîd bûn.

Em sersaxî ji malbatên her du şehîdan re dixwazin. Em ê rêya wan berdewam bikin ta ku hêviyên wan bînin cih.

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Armanc
Nav û paşnav: Eymen Osman Kor
Navê dayîkê: Bedîa
Navê bav: Osman
Cihê û dîroka ji dayîkbûnê: Kobanê, 1997
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Kargeh-26-5-2024


Nasnav: Mihdî
Nav û paşnav : Hesen Mihemed El Debû
Navê dayîkê: Şemse
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dêrazor -1998
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Kargeh-26-5-2024"