ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji QSD'ê Çalakî: 3 çete hatin kuştin, 6 drone hatin xistin
QSD'ê ragihand ku di çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li derdora Bendava Tişrînê 3 çete hatin kuştin, 6 droneyên dagirkeran hatin îmhakirin. -
Şandeyeke ji aktîvîstên jin serdana gaziyan kir
Şandeyeke enternasyonal a ji aktîvîstên jin pêk tê, serdana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
Îlham Ehmed: Divê jin di pêvajoya avakirinê de rolek bibandor bilîzin
Îlham Ehmed di konferansa li Qamişloyê de destnîşan kir ku divê jinên Kurd di pêvajoya avakirina Sûriyeyek demokratîk de rolek bibandor bilîzin û bang li gelê Kurd kir ku li her çar parçeyan yekîtiya neteweyî pêk bînin. -
QSD'ê êrîşên dagirkeriyê têk bir, 2 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di çalakiyên bersivdanê de komek ji çeteyên dewltea Tirk a dagirker hate kuştin, 2 wesayitên leşkerî jî hatin îmhakirin. -
Ji QSD'ê daxuyaniya li ser salvegera rizgarkirina Baxozê
QSD'ê têkildarî salvegera 6'emîn a rizgarkirina Baxozê daxuyaniyek da. QSD'ê diyar kir ku DAÎŞ hewl dide xwe ji kaosa li Sûriyeyê xwedî bike. -
Li Til Temirê droneke bombebarkirî hat xistin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê droneke bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê û bêbandor kirin. -
QSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî eşkere kir
QSD’ê ragihand ku çeperek û wesayîteke leşkerî ya çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, hatin îmhakirin. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kirin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi coş hate pîrozkirin û hate destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd çareser bibe û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. -
Li girê Miştenûr Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê Newroza 2025’an li Girê Miştenûr bi coş û biryardariyek mezin pîroz kirin. -
Ji Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê hevdîtinên dîplomatîk
Nûnerê Ewropayê yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Umer, Nûnerên Danîmarkayê Dara Mûstafa û Alan Mansûr serdana Parlamenta Danîmarkayê kirin û bi Komîteya Têkiliyên Derve re civîneke girîng lidar xistin. -
Federasyona Gaziyan Newroz pîroz kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Newrozê pîroz kir û ev bang kir: “Em bang li gelên xwe dikin ku Newroza îsal bikin azadiya fizîkî ya Rêber Apo û tevahî gelan.” -
Li Bendava Tişrînê agirê Newrozê hat vêxistin
Li Bendava Tişrînê ya ku 72 roj in ji bo parastina bendevê, parastina destkeftiyên xwe û piştgiriya QSD’ê kom bi kom nobetê digirin, agirê Newrozê hat vêxistin. -
QSD’ê xwest Newroza îsal li Sûriyeyê bibe destpêka serdemeke nû
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) xwest Newroza îsal li Sûriyeyê bibe destpêka serdema nû. -
Ji TEV-DEM'ê banga ji bo Newrozê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang kir ku her qada Newrozê veguhere qada azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. -
Bendava berxwedanê: Tişrîn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de bendava Tişrînê, gelek zirar dîtin. Endezyar dibêjin divê demildest saziyên pêwendîdar bikevin nava liv û tevgerê. -
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Newrozê re amade ne
Ji 15‘ê Adara 2025‘an ve gel agirê Newrozê pê xistin û heya roja 21’ê Adarê wê ev agir nevemire. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşwazîkirina Newrozê amade ne. -
Aldar Xelîl ji bo Newrozê bang kir
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, divê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her kes beşdarî Newrozê bibe. -
'Destûr dibe sedema dûrxistina pêkhateyan'
Lêkolînera Zanistên Civakî û Siyasî Dr. Hûda Rizq got, pêşnûme destûra bingehîn a demkî ya bi navê 'Komara Erebî ya Sûriyeyê' dibe sedema dûrxistina hemû pêkhateyan. -
Şervana YPJ'ê Vejîn Hesekê: Pîrozkirina Newrozê xwedîderketina li şehîdan e
Şervana YPJ'ê Vejîn Hesekê ji eniya berxwedanê ya Qereqozaxê Cejna Newrozê pîroz kir û got, "Li hemberî hemû êrîşan em ê li ber xwe bidin û agirê Newrozê geş bikin." -
Li Eyn Îsayê Newroz hat pîrozkirin
Gelê Eyn Îsayê li navenda bajêr Newroz pîroz kir û peyama, “Em ê li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedanê mezin bikin” dan. -
Gelê Kantona Cizîrê nobeta Tişrînê dewr girt
Nobeta ji bo parastina Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 71 roj in didome. Koma Kantona Cizîrê bi coş ji aliyê gelê Kantona Firatê ve hatin pêşwazîkirin û nobet dewr girt. -
Mazlûm Ebdî û heyeta Şamê li hev civiya
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi komîteya ku serokê desthilata Şamê Ehmed El Şara ava kiriye re civiya. Di civînê de mekanîzmeya xebata komîteyan hat nîqaşkirin. -
Cenazeyê Ronîda ku di komkujiya Berxbotanê de şehîd bû, hat veşartin
Cenazeyê Ronîda Osman Ebdo ku di komkujiya dewleta Tirk a li ser gundê Berxbotan ê Kobanê de birîndar bû û piştre şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
QSD: Êrîş hatin têkbirin, zêdetirî 12 dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan gelek êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê têk birine û di encamê de zêdetirî 12 çete hatine kuştin û hin jî birîndar bûne. -
Jinên ciwan komkujiya Kobanê şermezar kirin
Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê komkujiya li gundê Berxbotanê şermezar kir.