ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şervanên xwe eşkere kir ku meha Kanûnê di dem û rojên cuda de şehîd bûn. -
Li Bendava Tişrînê Nobet didome: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Berxwedanvanên ku li bendava Tişrînê nobetê digirin, berxwedana xwe bi peyama, "Ev bendav ya me ye, em ê av û axa xwe bi canê xwe biparêzin" didomînin. -
Rênas Fetah: Pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin
Rênas Fetah diyar kir ku amadekariya ji bo ezmûnên serbest tên kirin û got: “Pergala perwerde û ezmûnan wê neyê guhertin û weke salên borî bidome.” -
Hevdîtinên DBP û DEM Partiyê yên li Rojava didomin
Şandeya DBP û DEM Partiyê di çarçoveya serdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi rayedarên PYD û ENKS’ê re hevdîtin kir. -
Salar Hisên: Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ji bo gelê Kurd pêngavek girîng e
Nûnerê YNK’ê Salar Hisên ê ku beşdarî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî bû, behsa girîngiya peyama Rêber Apo kir û destnîşan kir ku rola konferansê di pêkanîna yekrêziyê û li hevkirina siyasî de mezin e. -
Serhat Eren: Konferans pêkanîna banga Ocalan e
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren anî ziman ku Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojava wê ji Kongreya Neteweyî ya Kurd re bibe gava pêşî û got, "Konferans rengê bicihanîna banga Birêz Ocalan e." -
Berxwedana gel a li Tişrînê 110 roj in dewam dike
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo parastina Bendava Tişrînê ji 8'ê Çileyê û vir ve nobeda berxwedanê ya gel dewam dike. Berxwedan di roja 110'an de ye. -
Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
Belgeya ji gelek biryaran a 'Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê' hate erêkirin. Di belgeyê de tê destnîşankirin ku herêmên Kurdan divê di bin sîwana Sûriyeyeke federal de bibin yek. -
Ridvan Qamişlo: Konferans ji bo paşeroja gelan girîng e
Ji delegeyên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Ridvan Qamişlo got, "Konferans ji bo paşeroja gelê Kurd û gelên herêmê gaveke girîng e." -
'Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî konferanseke dîrokî ye'
Beşdarên Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku di demeke wiha de lidarxistina konferanseke bi vî rengî dîrokî ye û girîng e. -
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît: Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike
Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku nabe gelê Kurd sedsaleke din winda bike û got, "Konferansa Rojava wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike." -
MSD: Konferans berxwedana ruhê kolektîf raxist ber çavan
MSD'ê "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojava" pîroz kir û daxuyand ku konferans gaveke dîrokî ye ku vîna jiyanê û berxwedana ruhê koletîf a li hember hewlên paşguhkirin û têkbirinê, nîşan dide. -
Konferansa Yekrêziya Kurdî bi xwendina encamnameyê bidawî bû
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî yali Rojava bi beşdariya zêdetirî 400 kesayetên hat lidarxistin, bi xwendina encamnameyê bidawî bû. -
Konferansa Yekrêziya Kurdî ji çapemeniyê re girtî dewam dike
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji çapemeniyê re girtî dewam dike. Di konferansê de dê belgeya lihevkirinê were gotûbêjkirin û erêkirin. Konferans dê bi xwendina encamnameyê bi dawî bibe. -
Peyama YNK’ê: Armanca me ya sereke yekitiya neteweyî ye
Di peyama YNK’ê de ev tişt hat gotin, “YNK’ê wê her dem ji bo yekîtî û yekrêziya gelê Kurd piştgirî bide û rol bilîze. Armanca me ya sereke yekîtiya neteweyî ye.” -
'Bingeha banga azadiyê yekîtiya Kurd e'
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk Keskîn Bayindir di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de axivîn û diyarkirin ku bingeha banga azadî û aştiyê yekîtiya Kurd e. -
Di konferansê de peyama Mesûd Barzanî hat xwendin
Peyama Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê de hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin, “Em hêvî dikin ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin.” -
KCK: Dem dema azadiya Kurdan e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku peyam ji Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojava re şand, wiha got, “Wekî Rêber Apo jî gotiye, dem dema azadiya Kurdan e.” -
Ebdî: Ji bo banga Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku Yekîtiya Kurd a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de tê wateya yekîtiya Sûriyeyê. Ebdî da zanîn ku ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo çi ji destê wan bê ew ê bikin. -
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpê kir
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesên ji Rojava, Bakûr û Başûrê Kurdistanê li Qamişloyê destpê kir. -
‘Destûra ku mafê jinan neparêze wê ti carî ji aliyê jinên Sûriyeyê ve neyê pejirandin’
Heyfa Mehmûd diyar kir ku jin bi dehan sal in ji bo azadiya Sûriyeyê têkoşîn dikin, lê niha Colanî dixwaze jinan paşguh bike û got, “Destûra ku mafê jinan neparêze wê ti carî ji aliyê jinên Sûriyeyê ve neyê pejirandin.” -
Şehîdên Qereçoxê û Meha Nîsanê li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîdên Qereçoxê yên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de 25’ê Nîsana 2017’an şehîd bûbûn û Şehîdên Meha Nîsanê li Kobanê hatin bibîranîn. -
SOHR: Li Humisê 3 Elewî hatin qetilkirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand k li bajarê Humisê bi çêkê êrîşî malbatekî Elewî hatiye kirin û 2 bira hatine qetilkirin. Hate ragihandin ku li nuqteyekî din jî endazayarekî Elewî hatiye qetilkirin. -
Şêniyên Kantona Firatê nobeta li Bendava Tişrînê dewr girtin
Nobeta gel a li Bendava Tişrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatiye destpêkirin didome. Şêniyên Kantoan Firatên nobeta berxwedanê dewr girtin. -
Heyeta DEM Partiyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir
Heyeta DEM Partiyê ku ji bo tevlî 'Konferansa Helwesta Hevpar û Yekrêziyê ya li Rojava' bibin hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.