Li Tirbespiyê dewleta Tirk a dagirker hat protestokirin

Li Tirbespiyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta Barzaniyan bi meşeke hat protestokirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ HAT PROTESTOKIRIN

Însiyatîfa Gel ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û xiyaneta PDK’ê li Tirbespiyê meş li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û saziyan û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

Meşa ku ji pêşiya Meclîsa Tirbespiyê dest pê kir, heta Çarerêya Azadiiyê dewam kir.

Di çalakiyê de pankartên “Ji dagirkeriyê re na”, “Bimire xiyaneta PDK’ê”, “Bijî berxwedana gerîla” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Li ser navê Însiyatîfa Gel a Tirbespiyê Xaliya Eyup axivî û wiha got: “Em berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li çiyayên Kurdistanê raber dike, silav dikin. Em hemû bi gerîlayên xwe re ne. Em ê heta dawî piştgirî bidin gerîlayên xwe. Gerîla li çeperên berxwedanê li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedaneke mezin raber dike.”

Di çalakiyê de xiyaneta malbata Barzanî jî hat protestokirin.