Li Çînê Bagera Gaemi: 300 hezar kes hatin tehliyekirin

Bagera Gaemi roja Îniyê li rojhilat û başûrê Çînê bû sedem ku nêzî 300 hezar kes bên tehliyekirin. Li gorî medyaya dewletê ji ber bagerê dibistan, bazar û xizmetên civakî hatin taloqkirin.

Gaemi li Tayvanê her ji niha ve bû sedemê mirina 5 kesan û bi leza di saetê de 190 km, weke bagera herî gund a ku 8 sal in li giravê çêdibe, hate qeydkirin.

Roja Pêncşemê li bajarê Kaohsiung a Tayvanê, bû sedemê lehiyên mezin. Her wiha, li Fîlîpînan baranên demsalî tund bûn, her wiha lehî û hezaz çêbû û ev jî bû sedemê mirina 20 kesan.

Bagera Gaemi şeva Pêncşemê gihişt Çînê û bi taybetî li eyaletên Fujian û Zhejiang bi bandor bû.

Li Fjian’ê zêdeyî 290.000 kes bi tirsa lehiyê hatin tehliyekirin, li bajarê Wenzhou ku bajarê mezin ê eyaleta Zhejiang e, hişyariya lezgîn hate kirin û zêdeyî 7 hezar kes hatin tehliyekirin.

Serokkomarê Çînê Şi Cinping roja Pêncşemê têkildarî şert û mercên hewaya xrab, civîneke lezgîn lidar xist.