BI DÎMEN

Rûken Ehmed: Têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta baviksalariyê xurttir dibe

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed destnîşan kir ku di 12’emîn sala Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta baviksalariyê xurttir dibe û got ku bes jinên birêxistî dikarin şoreşê xurttir bikin.

Rûken Ehmed diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke ku hebûn, çand û nasnameya gelan û azadiya jinan dabîn kiriye û Ehmed ji bo xurtkirin û parastina destkeftiyên şoreşê bal kişand ser Şerê Gel ê Şoreşgerî.

Me di beşa sêyem a dosyaya xwe de cih da nirxandinên Rûken Ehmed a Hevseroka TEV-DEM’ê ku Ehmed di pêvajoya Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji pêvajoyê re pêşengtî kiriye.

Beriya Şoreşa Rojava rewşa jinên li Sûriyeyê çawa bû?

Beriya Şoreşê li Sûriyeyê sazî û rêxistineke ku jinan bîne li ba hev nebû. Bes yekîtiya jinan hebû.  Ew jî ne yekîtiyeke wisa bû ku nûnertiya fikr û jinên ji neteweyên cuda bike. Di nava wê yekîtiyê de jinên ku di nava rejîma BAAS’ê de cih digirtin, hebûn û navendeke pergalê bû. Pergaleke ku jin têde xwe pêşnegtiyê bikin, rola xwe bilîzin û mafê gotin û biryardayînê di destê xwe de bigirin, nebû. Ev rewş hem ji bo qadên Sûriyeyê hem jî ji bo yên Rojava derbasdar bû. Di nava pergala parlamentoyê de jin hebûn lê belê jinên ku di çarçoveya berjewendiyên pergala desthilatdariyê de dihatin bikaranîn hebûn. Jin di xizmeta pergal û partiyê de bûn. Vîn û nasnameya jinan tune dihate hesibandin. Ji pozîsyoneke ku bi fikrên xwe parastina xwe bikin, dûr bûn. Bo nimûne ger jinek mamoste bûya, karê xwe li gorî pergala desthilatdariyê dikir. Ev yek ji bo pişeyên din jî derbasdar bû. Tew ji ber ku hin jinan pirtûkên têkildarî rejîma BAAS’ê nivîsandin û rejîm rexne dikirin, salên dirêj di girtîgehan de rehîn hatin girtin.

Li gel çûna Rojava ya Rêber Apo di nava jinên Kurd de guhertinên mezin pêk hatin. Di nava xebatan de îrade, hebûn û fikrên jinan xwe bi awayekî zelal nîşan dida. Heya salên 2000’î derfetên me nebûn ku em ji vê birêxistinbûyînê re navekî peyda bikin. Lê belê bi awayekî aktîf xebat dihatin kirin. Jinên ku di nava civakê de pêşengtî dikirin û bibandor derketin holê. Gelek jinên di nava xebatan de bi zilma rejîma BAAS’ê re rû bi rû man. Yek ji wan jinan jî Nazli Keçel bû ku mixabin hê jî aqûbeta wê nayê zanîn.

Di sala 2005’an de Yêkîtiya Starê hatibû avakirin. Yêkitiya Starê heya sala 2011’an bi awayekî veşartî xebatên xwe dikir ku beriya şoreşê jî ji Şamê bigire heya Dêrik, Efrîn û Reqayê bi awayekî birêxistinkirî kar dikir.

Bi şoreşê re çi guhertin pêk hatin?

Ji bo mezinkirina têkoşîna azadiya jinan bingeh beriya salan hatibû amadekirin. Helbet ev bingeh di pêvajoya 20 salan de ya mana Rêber Apo ya li Sûriyeyê hatibû avakirin. Lê belê rewş û pergala Sûriyeyê li pêşiya vê bingehê asteng bûn û bi awayekî veşartî xebat dihatin kirin. Jin bi destpêkirina şoreşê re tevlî civakê bûn. Mala Jinan, meclîsa jinan û akademiyên jinan hatin avakirin û jinan di komun û meclîsan de pêşengtî kir. Yek ji pêngava herî girîng a ewil pergalên akademiyê bûn. Gelek pirsgirêkên  civak û jinan yên di serdema rejîma Baas’ê de êdî bi saya Mala Jinan dihatin çareserkirin. Girêdayî xweparastina jinan komîte hatin avakirin. Ev yek jî pêngaveke girîng bû. Jin bêyî ku li benda şoreşê bimînin, xwe amade kirin. Li gel şoreşê jinan xweparastina xwe pêş xist û ji şoreşê re pêşengtî kirin. Di nava komên yekem ên xweparastinê de bi dehan jinan cih girt. Jinan di warên weke perwerde, dîplomasî û akademiyê de komîteyên xwe ava kirin û di nava pergala heyî de bi awayekî aktîf cihê xwe girtin. Vê pergalaê heya sala 2014’an bi vî rengî dom kir. Jixwe piştî sala 2014’an jî bi awayekî berfirehtir berdewam kir.

Hûn dikarin qala zehmetî û astengiyên ku jin di vê pêvajoyê de rû bi rû mayîn bikin? Û asta niha jî binirxînin?

Jinên ku bi zîhniyeta baviksalariyê re rû bi rû mayîn, ji gelek alîyan ve li rastî zehmetiyan hatin. Jinên ku bi awayekî veşartî kar dikirin, heya ji sînorên ku aliyê civakê ve li wan hatibûn ferzkirin, derbas bibin, gelekî li ber xwe dan. Li hemberî nêzîkatiyên weke ‘jin nikarin bixebitin, nikarin ji malê derkevin, mafê wan ê gotinê tune ye, îradeya wan tune ye û şerm e ku jinek derkeve derve’ têkoşîneke mezin hate meşandin ku nêzîkatiyên navborî pêşiya şoreşê di nava civakê de serdest bûn.  Jinên ku berê xwe didan Mala Jinan, akademî û saziyên hevşib yên bi şoreşê re hatibûn avakirin, jî bi astengiyan re rû bi rû diman. Piştî ku Mala Jinan hate avakirin jî pêvajoya zextên fîzîkî û psîkolojîk rû da ku girêdayî vê yekê zîhniyeta baviksalariyê digot ku li gel avabûna saziya berbehs jin êdî guhdariya hevjînên xwe nakin an jî jin êdî li mala rûnanên û li zarokên xwe nanêrin. Lê belê bi saya tecrûbeya ku bi fikrên Rêber Apo hatin bidestxistin, ev feraset hate têkbirin.

Her wiha di roja me ya îroyîn de jî em li dijî heman  zîhniyetên baviksalariyê li ber xwe didin. Her wiha li gorî beriya niha jî ev yek kêm bûye.  Têkoşîna jinan ya li dijî zîhniyeta baviksalariyê xurttir dibe. Li dijî jinên birêxistinkirî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hê jî berdewam dike. Hê jî jin tên hedefgirtin. Ger hê jî tundî, destdirêjî û tacîzên li hemberî jinan rû bidin, sedema vê yekê xwedîderneketin û fêmnekirina destkeftî û têkoşîna jinan e. Yên xwedî zîhniyeta baviksalarî hê jî pêngavên jinan ên girîng nepirandine ku ji van pêngavan û jinên birêxistinkirî ditirsin.

Sedemên sereke çi ne ku Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê weke Şoreşa Jinan tê pejirandin?

Sedema herî mezin û ya yekem mana Rêber Apo ya li Sûriyeyê ye ku Rêber Apo di Têkoşîna Azadiya Jinan de xwedî kedeke mezin û pêşengê vê yekê ye. Şoreşa Rojava weke  Şoreşa Jinan tê qebûlkirin ku Artêşbûna Jinan ya di sala 1993’yan de û Partîbûna Jinan a di sala 1998’an de girêdayî vê yekê pêngavên gelek girîng in. Di nava gerîlayan de jin weke girîngtirîn beşê ne û di Şoreşa Rojava de jî rola herî girîng aîdî jinan e. Ji ber vê yekê jinan karî Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinan ava bikin. Di nava vê şoreşê de Rêber Apo di sala 2013’yan de ev yek gotibû: ‘’Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinan hate pênasekirin lê belê ger rêxistinbûna jinan neyê xurttkirin pergala desthilatdar wê vê şoreşê ji holê rake.’’  Helbet gelek pêşketin hene lê belê hin kêmasî jî hene. Divê hemû jin xwe di warê birêxistinbûnê de bigihînin astên bilind.

Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de jinan pêşengtî kir. Di şexsê Arîn Mîrkan, Rêvan, Zozan û Zehrayan de bi saya jinên ku  di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de pêşengtî kirin, cihan ji talûkeyeke weke DAÎŞ’ê rizgar bû û ev yek jî bû wesîle ku Şoreşa Rojava weke Şoreşa Jinan were pênasekirin. Çimkî jinan li hemberî êrîşên dijwar ên DAÎŞ’ê têkoşîneke bêhempa nîşan dan.

Ev yek bi tenê girêdayî şertên xweparastinê pêk nehatin. Bi saya hezaran jinên pêşeng ên weke Hevrîn Xelef û bi hezaran jinên Ereb di nava partiyên siyasî de cih girtin û ji wan partiyan re pêşengtî kirin. Di pêşengtiya Jiyan Tolhildan de herêmên weke Reqa, Tebqa û Dêrazorê hatin azadkirin. Vê yekê bala cîhanê kişand. Bi hezaran jinên enternasyonal tevlî refên YPJ’ê bûn. Di warên weke siyaset, dîplomasî û xweparastinê de cihê xwe girtin. Û ev tecrûbeyên xwe jî birin welatên xwe.

Di pêvajoya 12 salan de xeta û kêmasiyên çawa rû dan? Wê ev kêmasî çawa werin çareserkirin?

Me dikarî di nava pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêngavên mezintir biavêjin. Çimkî pergala hevserokatiyê modeleke nû bû. Ji ber vê yekê jinan li dijî pergala baviksalariyê, meylên nêzî desthilatdariyê û guherînê pêngavên mezin avêtin lê belê dikarîn terzeke têkoşînê ya bihêztir bihata diyarkirin. Me dikarî em Rêveberiya Xweser bi temanî di çarçoveya nêrîna jinan de bi rê ve bibin. Ji ber ku ew ji bo Rojava, Sûriye û cîhanê modeleke nû bû. Ji ber vê yekê her çend jin di hemû sazî û rêxistinên me de cih digirin jî ev yek ji bo guhertina zîhniyeta heyî bi têrê nake. Li gel Peymana Civakî jinên xwedî nûnertiya ji sedî pêncî  li binê serkeftineke mezin mohra xwe danîn lê belê gelekî girîng e ku wê çawa naveroka vê kotaya wekhev were tijekirin. Her wiha em di hemû xebatên xwe de dibêjin ku divê bi tenê jinek jî ji birêxistinbûnê bêpar nemîne û divê hemû jin werin birêxistinkirin. Di vê mijarê de jî kêmasiyên me hene. Heya niha jî me xwe bi awayekî tam negihandiye hemû jinan. Ji bo jin bi awayekî tam bibin xwedî îrade divê em xwe bigihînin hemû jinan.

Gefên li dijî Şoreşê hê jî berdewam dikin. Ji bo parastin û xurtkirina van nirxan divê nexşerêyeke çawa were şopandin?

Gefên li dijî Şoreşa Roava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne ew gef in ku biçûk werin dîtin. Qirkirin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Dewleta Tirk binesaziya herêmê hedef digire û hewl dide ku aramiya herêmê têk bibe. Ji bilî dostên gelê Kurd hemû cihan li hemberî vê rewşê bêdeng e.

A rastî talûkeye herî mezin û siyaseta ku girêdayî vê yekê tê kirin, polîtîkaya têkildarî koçberkirinê ye. Êrîşî li aboriya gel dikin û dixwazin gel xakên xwe biterikînin.  Kêm jî be gelê me pê hesiya ku dijmin nikare bi şer, siyaset û dîplomasiyê bigihîje armanca xwe û pê hesiyaye ku dijmin serî li polîtîkayên koçeberkirinê dide.  Ne pêkan e ku gelekî ji xaka xwe hatî dûrxistin ziman, çand û nasnameya xwe biparêze. Jixwe armanca dagirkeran jî ew e.

Şoreşa Rojava kete sala 13’an. Di van 13 salan de şerên dijwar rû dan û bedêlên giran hatin dayîn. Em qala şoreşeke wisa mezin dikin ku ji 12 hezarî zêdetir şehîd û ji 20 hezarî zêdetir jî şervanên birîndar hene. Gelek bajarên me zirarên mezin dîtin. Ji nû ve tên avakirin. Lê belê dawî li êrîşên dagirkeriyê nehatiye. Divê gelê me bizanibe ku dijmin wê tu carî van êrîşên xwe nede sekinandin. Divê em destkeftiyên şoreşê biparêzin û xurttir bikin. Çimkî dijmin şerekî tupyekûn îlan kiriye. Ji ber vê yekê di warê aborî, xweparastin û siyasî de  girêdayî Şerê Gel ê Şoreşgerî birêxistinbûn hewce ye. Şerê Gel ê Şoreşgerî wê me xurttir bike û li hemberî êrîşên heyî wê me biparêze û bi xwe re serkeftinê bîne.

Rûdan û bandorên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ên têkildarî roja me ya îroyîn çi ne?

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke bi hêz bû. Rastiya jiyana Kurdên li Sûriyeyê li ber çavan bû. Tu mafên wan tune bûn. Tenê gelê Ereb esas dihate girtin ku ew rewş jî ji bo hemûyan derbasdar nebû. A niha jî gelên Kurd, Çerkez, Tirkmen, Ermen, Asûrî-Suryanî û Keldanî di nava Şoreşa Rojava de xwedî rolên girîng in. Tesîra vê tabloyê zêde mezin e. Di nava hemû sazî û rêxistinan de gelên ji hemû baweriyan cihê xwe girtine.  Pêkanîna vê yekê ne tiştekî hêsan e. Lê belê bi Şoreşa Rojava re ev yek hate bidestxistin. Di serdema rejîma Baas’ê de kêmasîyên têkildarî mafên çand, ziman û çandî de gelek bûn.  Lê belê bi saya Şoreşa Rojava ev kêmasî û kiryarên derqanûnî ji holê hatin rakirin. Ji ber vê yekê rûdan û bandorên Şoreşa Rojava ên li ser roja me ya îroyîn gelek in.

Şerên ku bi destê pergalên hegemon tên derxistin, şerên yekzimanî, yekolî, yekmezhebî, yekalî û yeknasnameyî ye.  Pergala Rêveberiya Xweser; yanî Paradîgmaya Neteweya Demokratîk, xwedî wê ferasetê ye ku dibêje çi qasî netewe, ziman, nasname hebin ew qas dewlemendî ye û li dijî pergala dijmintiya gelan dikir, derket. Girêdayî vê yekê Şoreşa Rojava bû ew şoreş ku xwedî li hebûn, çand û nasnameya gelên cuda derket û misogerkirina azadiya jinan de roleke mezin lîst.

Rêber Apo dibêje ku divê pergala perwerde û xweparastinê nekeve di bin kontrola dewletê de. Ger civakek bi xwe xweparastina xwe pêk bîne, girêdayî wê yekê jî wê jiyana xwe diyar bike. Encamên Şoreşa Rojava li holê ne. Pergala hatî avakirin li Şengalê jî bandorên xwe nîşan da. Beriya sala 2014’an li Şengalê tiştên çawa rû dan û çi qewimî. Niha jî bihostek xaka xwe emanetî kesî nakin û pergala xwe ya xweparastinê ava kirine. Ger civak xweparastin û aboriya xwe li gorî xwe saz bike wê demê pergala desthilatdar jî nikare wê civakê ji holê rake. Ji ber wê yekê Şoreşa Rojava bo hêvîya gelan.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê ji bo parastin û xurtkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî li Şoreşa 19’ê Tîrmehê derkeve. Divê gelê me bizanibe ku Şoreşe 19’ê Tîrmehê bi xwe re çi anîye û wê tesîrên çawa li ser pergala cîhanê bike. Ji bervê yekê divê gelê me li dijî polîtîkayên şerê taybet helwesteke biîrade û têkoşer nîşan bide.