Li Tirbespiyê 53 şervanên azadiyê hatin bîranîn

Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê 53 şervanên azadiyê yên di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de şehîd ketin, hatin bîranîn.

Merasîmê bîranîna 53 şehîdan bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û xelkê bajar li nivîsgeha PYD` ê ya li Tirbespiyê hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûredîn Şakir axivî. Nûredîn sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwest û got, ew bi saya ked û berxwedana şehîdan hene.

Nûredîn Şakir got: " Şehîdên me hebûn, dîrok û nasnameya me ne. Şehîdên me hêviya me ne û û çiruska ronahiyê ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwîna hemû pêkhateyan Kurd, Ereb, Suriyan di ber welat re bûye yek. Em deyndarê şehîdên xwe ne. "

Paşê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û sînevîzyonek bi wêneyên şehîdan hate pêşandan.