Cenazeyên du şehîdan bi merasîmeke biheybet li Kobanê hatin veşartin

Cenazeyên şehîd Armanc Kobanê û şehîd Îsmaîl Qadir bi merasîmekê biheybet li Kobanê hatin veşartin.

Endamê Hêzên Komandos Armanc Kobanê (Eymen Osman) 26’ê Gulanê dema li ser erka xwe bû û şervanê QSD’ê Îsmaîl Qadir 23’yê Gulanê ji be krîza dil şehîd bûn.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan û şervanên meclisên leşkerî û ewlehiyê, sazî û rêxistinên jinan û bi sedan şêniyên kantona Firatê cenazeyên her du şehîdan bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê veşartin.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêranê Bedîa Miho got: "Ji bo mîsogerkirina serkeftinê em amade ne bi hezaran şehîdan bidin. Erka me ye ku em xwedî li nirxê şehîdan derkevin. Rêber Apo dibêje her şehîdek felsefeya jiyanê ye, divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Endamê Rêveberiya Meclisa Leşkerî ya Kobanê Polat Amed jî wiha anî ziman: “Li ku dibe bila bibe, em ê ser bikevin. Dîroka gelê Kurd bi komkujî û qirkirinê re bûye yek. Ji bo doza xwe jî em ê li her çar parçeyên Kurdistanê tê bikoşin. Em ê serkeftinê jî bi şehîdên xwe misoger bikin. Em gelê Kurd xwedî wê berxwedaniyê ne. Li ku dibe bila bibe, divê êdî em rabin ser pêyan."

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her du şehîd bi tililîyên dayikan û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin veşartin.