BI DÎMEN

Dêrik: Ne pêkane ku şoreşeke xwe spartiye gel, têk biçe

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ-QSD’ê Sozdar Dêrik bal kişand ser rêxistinbûneke xurt û stratejiyeke gel û got: “Em ê di pêvajoyên pêş de bi şoreşên hîn xurttir û mezintir gelê xwe û şoreşa xwe biparêzin.”

SALVEGERA 12’EMÎN A ŞOREŞA ROJAVA

Sozdar Dêrik diyar kir ku gel, jin û hêzên şoreşger bi têkoşîn û keda xwe heta roja îro hatine û bûne xwediyê îrade ku xwe bi rêve bibin û got: “Di sal yan jî pêvajoyên li pêşiya me de, dibe em dîsa rû bi rûyê êrîşan bimînin. Divê em her kêliya xwe binirxînin. Ji 7’ê heta 70’ê salî divê em nirxên şoreşê biparêzin.”

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ-QSD’ê Sozdar Dêrik bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ji ANF’ê re axivî.

Sozdar Dêrik di destpêka axaftina xwe de Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê, hevrêyên têkoşînê, gel û hemû dayîkan pîroz kir û îşaret bi girîngiya meha Tîrmehê kir.

‘EM BI KED Û TÊKOŞÎNA GELÊ XWE HETA ROJA ÎRO HATIN’

Sozdar Dêrik anî ziman ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi keda jinê û berxwedana jinê pêk hatiye û ev tişt ragihand: “Şoreşeke ku bi destê jinê hatî çêkirin, ti carî têk naçe. Jin di civakê de dayik e, di heman demê de hemû nirxên civakê di xwe de dihewîne û civakê diafirîne. Di vî warî de nûneriya civakê dike. Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê bi qêrîna heval Jînda destpê kir. Şoreşa ku bi pêşengiya jinê pêk tê, xwedî wateyekî pir hêja ye. Li vir xwedî derketina li hebûna xwe heye. Bi salan di nava şoreşeke wiha de jiyan kirin ked, fedekarî û berxwedaneke mezin dixwaze. Pêvajoyeke şoreşê ya ku kêliyekî jî nesekinîye, têkoşîn û şer timî dewam kir. Gelê me jî bi rengekî herî baş tevlî vê pêvajoya şoreş û têkoşînê bû. Helbet hîna zehmetî û kêmasî hene. Ti şoreş bêyî berdêl û bêyî êş, pêk nehatiye. Eger em li ya hêsan digerin, em ê xwe bixapînin. Salên borî me êşên normal jiyan nekirin. Me li dijî rêxistinên çeteyan ên mîna DAÎŞ û El Nûsrayê yên ku dixwestin civakan tune bikin, şer kir. Niha gelek gelên ku li Rojhilata Navîn dijîn, pir êş dikişînin û rû bi rûyê neheqî û zilmên mezin dimînin. Têdikoşin jî. Lê divê ev yek jî baş bê zanîn; şoreşeke xwedî rêxistinbûneke xurt û stratejiyeke gel, ne pêkan e ku têk biçe. Em bi ked û têkoşîna gelê xwe heta roja îro hatin. Em bûn xwedî îradeya xwerêvebirinê. Divê em xwedî li vê yekê derbikevin.”

‘HÎNA LI DIJÎ ŞOREŞÊ ÊRÎŞÊN MEZIN HENE’

Sozdar Dêrik di dewama axaftina xwe de wiha got: “Îro hêzên dijberî me, tenê dixwazin vê şoreşê tasfiye bikin û stratejiya wan jî ji bo vê yekê ye. Vê şoreşê ji xwe re dijmin dibînin. Lê me ti kes weke dijmin îlan nekiriye, em xwedî li nirxên xwe derketine, îrade û xaka xwe parast. Ji vir û şûnde jî wê têkoşîna me bi heman rengî bidome. Lê em ê li dijî ti êrîşeke li dijî me bê kirin jî bêdeng nemînin. Heta roja îro xwe spart hêza xwe. Ev jî nîşan dide ku şoreşa me heta îro bi serketî pêş ketiye. Divê em ji her alî ve xwedî li şoreşê derbikevin.”

‘DIVÊ EM NIRXÊN ŞOREŞÊ HÎN MEZINTIR BIKIN Û BIPARÊZIN’

Endama Fermandariya Girştî ya YPJ-QSD’ê Sozdar Dêrik diyar kir ku ew di sala 12’an de Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşwazî dikin û ev tişt got: “Em meha Tîrmehê bi coş, serbilindî û şahiyan pêşwazî dikin. Dibe ku di pêvajo yan jî salên li pêşiya me de, em dîsa rû bi rûyê êrîşan bimînin. Di vî warî de divê em her kêliya xwe mezin binirxînin. Niha mîna ku wê êrîş çêbe, divê em xwe rêxistin û amade bikin. Ji 7’ê heta 70’ê salî divê her kes xwe ji bo nirxên şoreşê biparêze û amade bike. Bi vî ruhî divê em şoreşa xwe pîroz bikin. Li dijî me şerekî taybet ê mezin tê meşandin. Erdogan li aliyekî ji cihekî dibeze cihekî din, li aliyê din jî wezîrê xwe yên karên derve dişîne her derê û dixwaze bi gelek dewletan re hevdîtinê bike. Ev hewldanên wî hemû ji bo tasfiyekirina şoreşa gel û destkeftiyan e. Em ê destûr nedin vê yekê. Helbet em vê yekê tenê ji bo gelê xwe nabêjin. Em li dijî her cure polîtîkaya ku li hemberî civak û gelan tê meşandin, disekinin. Li ser vî bingehî em Şoreşa 19’ê Tîrmehê li hemû gelê xwe, gelên Sûriyeyê pîroz dikin. Di pêvajoyên li pêşiya me de, em ê bi şoreşên hîn xurttir û mezin gelê xwe biparêzin.”