Dewleta Tirk li Minbicê 20 hektar zevî şewitand

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca zevî bişewitin gundên Minbicê topbaran kirin, di encamêd e 20 hektar zeviyên li gundewarên Kantona Minbicê şewitîn.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyên çandiniyê yên li gundê Kirêdiyê û Boxaz û Buwêhic ên Minbicê xist.

Agir ji gundê Kirêdiyê ber bi gundên Boxaz, Til Torîn û Ceblet El Hemra ve çû. Navenda Ragihandin û Çapemeniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku rûbera zeviyên şewitiye nêzî 20 hektaran e û tîmên agirkujî hewl da agir vemirînin.

Li gorî navendê, dagirkeriyê di meha Gulanê de zêdetirî hezar hawin û top avêtin gundên Minbicê û zeviyên çandiniyê şewitandin.