Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revand

Dewleta Tirk ku li Efrîn a dagirkirî rejîmeke terorê ava kiriye, li navçeya Cindirêsê du kesên din revand. Aqûbeta wan nayê zanîn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, 'polîsên leşkerî' ku amûreke sûc a paramîlîter a dewleta Tirk e li navçeya Cindirêsê Hisên Osman (38) û Mihemed Elî Bekir (43) revandin.

Hate ragihandin ku kesên hatine revandin ji gundê Yelaqûzê ne û nayê zanîn bê bi ku ve birine.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi taybetî jî li Efrînê rejîma terorê ava kiriye. Revandina mirovan, êşkence, înfaz, talan bûye sûcên rojane li herêmên dagirkirî.

Li gorî Navenda Belgekirinê ya Sûcan di meha Nîsanê de herî kêm 28 kes hatin revandin. Li gorî heman çavkaniyê di sala 2023'an de li Efrînê herî kêm 435 kes hatin revandin. Di nava wan de zarok û 180 nexweş jî hene.