ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dr. Ebîr Hessaf: Demografî tê guhertin
Dr. Ebîr Hessaf anî ziman ku bi polîtîkaya koçberkirinê re guhertina demografiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê ferzkirin û got, "Li dijî vê yekê divê têkoşîneke hevpar bê meşandin." -
'Kantona Firatê û 660 gundên wê ji ber êrişên dewleta Tirk bê elektrîk man'
Hevseroka Ofîsa Enerjiyê ya Kantona Firatê Eyşe Nasir got, "Dewleta Tirk qaşo li ber Îsraîlê radibe û dibêje, tiştên li Fîlîstînê dike, li dijî mirovahiyê ye. Gelo tiştên ew bi xwe dike çi ye?" -
Dagirker gundên Şehbayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêxa Îsa, Miniq, derdora Til Rifetê û derdora Kampa Berxwedan ên girêdayî Şehbayê topbaran dike. -
Operasyona li Kampa Holê didome
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 4’emîn a qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlekariyê” de dest danîn ser hejmareke zêde ya çek û bombeyan. Yekîneyên Antî Terorê (YAT) jî beşdarî operasyonan bûn. -
Li Kampa Holê gelek çete hatin girtin
Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê ku bi desteka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, QSD’ê û YPJ’ê tê meşandin di roja 3’yemîn de dewam dike. -
HRE: Gelek leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku di çalakiyên bersivdayîna li hemberî êrîşên dewleta Tirk de gelek leşkerên Tirk û çete hatine kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Efrîn û Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşên xwe yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê berfireh kirine, bi çekên giran 7 gundên kantonê topbaran dikin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 kesên din jî revandin
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê du kesên din jî revandine. Hejmara kesên ku di meha Çileyê de ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, gihişt 38’an. -
Êrîşên dagirkeriyê mirovan neçarî koçberiyê dikin
Piştî ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, zêdeyî 700 hezar mirov neçar man ku koç bikin. -
Dewleta Tirk gundê Şewarqa û Bêlûniyê bombebaran dike
Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker gundê Şewarqa ya navçeya Şera û gundê Bêlûniyê ya navçeya Til Rifatê bombebaran dike. -
40 sal in xencer û meqesan çêdike
Afram Yûnan ku ev 40 sal in xencer û meqesan çêdike, pîşeya xwe bi hezkirin didomîne û wê fêrî nifşên nû jî bike. -
Xetereya DAÎŞ'ê ya li Kampa Holê nayê dîtin
Ji sala 2019'an dema rizgarkirina Baxozê ji DAÎŞ'ê û vir ve Kampa Holê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû cihê herî xetere. Lê belê têkildarî vê kampê ti dewlet û saziyên navneteweyî bi berpirsyarî ranabin. -
Silêman Mihemed li Şêrawayê hat revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker Silêman Cuma Mihemed (39) ji gundê Beiyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê revand. -
Li Kampa Holê di 24 saetên dawî de 29 DAÎŞ'î hatin girtin
Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi piştgiriya QSD û YPJ’ê ku li Kampa Holê dane destpêkirin, di roja sêyemîn de 8 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin. -
Îsraîlê careke din li Şamê êrîşî Îranê kir: 6 kes mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku roja Duşemê Îsraîlê êrîş bir ser başûrê Şamê û şervanên alîgirê Îranê jî di nav de 6 kes mirin. -
Cenazeyê şehîd Birusk Zendûra bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Bi sedan ji şêniyên Kantona Firaê ji bo veşartina cenazeyê şehîd Birusk Zendûra berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê. -
Li Efrînê 3 kesên din hatin revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku li du navçeyên Efrînê yek jê astengdar 3 kesên din hatine revandin. -
Rêveberiya Xweser banga berdana Silêman Ehmed kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK'ê kir ku demildest wî serbest berdin. -
Li Efrînê di meha Çileyê de 32 kes hatin revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Çileyê de 32 kes ji Kantona Efrînê revandin. -
Ji ber êrîşên dagirkeriyê firin jî nikarin baş bixebitin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker elektrîk qut bûye, ji ber ku aş bi rêk û pêk naxebitin û pirsgirêka sotemeniyê heye, firin jî bi têrkerî kar nake. -
Komxebata koçberiyê bi dawî bû
Komxebata ˊKoçberî û koçberkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sedem encam, pêşniyar û tedbîrˊ bi encamname û pêşniyarên bidawîkirina koçberiyê û pêşxistina koçberiya berovajî, bi dawî bû. -
Cenazeyê Şehîd El Beyid hat veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî-Asûrî Elî Salih El Beyid yê di 26’ê Çileyê de li Til Temîrê şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Asûrî li Hesekê hat veşartin. -
Li Kampa Holê 21 DAÎŞ'î hatin girtin
Di qonaxa sêyemîn a 'Operasyona Mirovî û Ewlehiyê' de 21 piştevanên DAÎŞ'ê hatin girtin. -
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberiyê nîqaş dike
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mijara koçberiyê ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) bi komcivînekê hate nîqaşkirin. -
Êrîşên dewleta Tirk hêzê dide şaneyên DAÎŞ'ê
Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk aramiya li herêmê têk dibe û got, bi taybetî hêzê dide şaneyên DAÎŞ'ê yên li Kampa Holê.