40 sal in xencer û meqesan çêdike
Afram Yûnan ku ev 40 sal in xencer û meqesan çêdike, pîşeya xwe bi hezkirin didomîne û wê fêrî nifşên nû jî bike.
Afram Yûnan ku ev 40 sal in xencer û meqesan çêdike, pîşeya xwe bi hezkirin didomîne û wê fêrî nifşên nû jî bike.
Di jiyana mirovan de kevneşopî her tim şopa xwe dihêle û bi demê re mirov li pey kevneşopiyên xwe dibeze. Çanda gelan jî mirov dikare weke kevneşopiya gelan pênase bike û her civakek xwedî kevneşopiyekê ye. Pîşe jî dibe yek ji kevneşopiyên civakê ku bi rêya wê civak ronî dibe. Bi taybet dema ku ev pîşe ji çand û kevneşopiyeke kevnar re bibe yek xweşikbûna wê bala mirovan dikişîne, digihîje hemû nifşên nû û tu cara winda nabe.
Afram Yûnan (55) ji Qamişloyê ye û suryan e. Afram, bi çêkirina xencer û meqesan hûnera destê xwe bi gel re parve dike. Afram ji 15 saliya xwe û heya niha xençer û meqesan çêdike û her wiha çêkirina xencer û meqesan ji hosteyê xwe Edîb fêr bûye. Ev 40 sal in Afram vî karî bi keyfxweşî û dilnizmî dike. Her wîha Afram di dikana xwe de zîl û kurtanê hespan jî difiroşe.
WÊ FÊRÎ NIFŞÊN NÛ BIKE
Afram wiha qala karê xwe yê rojane û fêrbûna pîşeya xwe kir: “Ev kar nêzî sed sal in tê meşandin her wiha ez di 15 saliya xwe de ji aliyê hosteyê xwe fêrî vî karî bûm. Dema ez di wî temenî de bûm min ji vê pîşeyê hez dikir, hosteyê min jî bi vê armancê bi salan min fêrî vî karî kir. Niha jî ez pîşeya hosteyê xwe ber bi nifşên nû ve didomînim. Ne tenê gelê Qamişloyê heya ji gund û bajarên cuda jî tên ji bo xencer û meqesan.”
DAXWAZ LI GORÎ BERÊ KÊM E
Afram dibêje ku kar û tevgera gel a berê ji dema niha baştir e û wiha pê de çû: “ Ev bazar gelekî kevn e, ji ber wê jî berê çûnûhatina xelkê bêhtir bû. Ji ber ku xencer di wê demê de ji bo gelek tiştan dihat bikaranîn. Weke serjêkirina pezan, çêkirina cil û bergên kevnar û her wiha di odeyên mezin de ji bo xemilandinê jî bi dîwaran ve dihatin daliqandin. Niha jî çûnûhatin ne xirab e lê belê xelkê ku tên jî xencerên xwe yên kevin û xirab tînin û ez ji nû ve wan çêdikim lê belê kirîn û firotina wan kêm e.”
CUREYÊN XENCER Û MEQESAN
Afram ji bo cureyên xencer û meqesan wiha axivî: “Ev kar ji bo min tenê ne hezkirin e, pîşeyeke jî. Amûrên ku ez wan çêdikim weke xencerên destikdar û yên destikhestî ne. Weke din xenceran tûj jî dikim, yên ku xirab bûne jî sererast dikim. Her wiha meqesên ji bo hiriya pezan û meqesên biçûk jî çêdikim û yên xirabe jî sererasat dikim.”