Meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd

Şêniyên Til Temir û Zirganê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

MEŞA AZADIYÊ

Bi sedan şêniyên Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Meşê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê dest pê kir û li dawiya Kolana Şehîd Omer Baravî rawestiya. Li wir, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Hesekê Ebdurehman Hisên axivî û got: "Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin ku ji zêdetirî 25 salan ve berdewam e.”

Hisên wiha domand: "Dewleta Tirk nikare vîna gelê me bişikîne. Em serî natewînin û dê çalakiyên xwe berdewam bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin."

Endama rêveberiya Komîteya Aboriyê Semah Hemadî bi navê Meclisa Bajarê Zirgan axivî û got: "Em bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî şermezar dikin. Bêdengiya wan, şermek e li eniyê mirovahiyê û cîhanê.”

Semah destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin dê li qadan bin.