Êrîşên dagirkeriyê mirovan neçarî koçberiyê dikin

Piştî ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, zêdeyî 700 hezar mirov neçar man ku koç bikin.

Di salên dawî de di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Sûriyeyê koç û koçberî zêde bûye; vê yekê bandoreke nerênî li ser nifûsê kir, li herêmê pêşî li guherîna demografiyê vekir.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî; ji Hezîrana 2019’an û vir ve 272 milyon kes bi xwesteka xwe koç kirin. Nêzî ji sêyan yek, koça karkeran bû. Her wiha dema mirov li gorî salan bîne beramberî hev, digihije vê encamê: Di sala 1980’an de ji sedî 2,3 bû, di sala 2000’an de jî sedî 2,3 û di sala 2019’an de jî sedî 3,5 bû. Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî; heta dawiya sala 2019’an koçberiya bi zorê gihişt 79,5 milyon kesî. Ji vane koça biyanî ya 25 milyon kesan, koça hundirîn a 45,7 milyon kesan û koça kedkaran a 4,2 milyon kesan bû. Di sala 2020’an de jî ji ber pirsgirêkên siyasî û ekonomiyê ev rêje 10 qat zêde bû. Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (Ajansa Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî); di sala 2019’an de 70,8 milyon kes ji ber zext, nakokî, fikar, tirs, êşkence û binpêbûna mafên mirovan neçarî koça hundir man.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya NY’ê; di sala 2020’an de 280 milyon kes ji dervey welatê xwe, zêdeyî milyarekî jî bi koça hundirîn jiyana xwe domandin. Li gorî rapora ku Buroya Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) di sala 2022’yan de weşandî; hejmarên di sala 2022’yan de hejmara koçberan a di sala 2020’an jî, derbas kir. Di cîhanê de bi milyonan mirov ji ber şewb, şer, hişkesalî, erdhej, krîza ekonomîk û pêkanînên antîdemokratîk neçar man ku cihên lê jiyan dikin biterikînin.

Li gorî daneyên UNHCR’ê; niha hejmara koçberan a giştî ya gerdûnî 110 milyon e. Ev hejmar di sala 2020’an de jî 80 milyon bû. Yanî di 2,5 salan de nêzî 30 milyon koçberên nû zêde bûn. Di cîhanê de jî di navbera herî zêde koçberan de jî gelê Sûriyeyê ye ku 6,5 milyon kes ji gelê Sûriyeyê bûne penaber. Gelê Efganistan û Ûkraynayê bi 5,7 milyon kesî di rêza duyem û sêyem de cih digirin.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Bi şerê ku ji sala 2011’an ve li Sûriyeyê diqewime, pêla koçberiyê bandor li gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir. Krîza Sûriyeyê bû sedema guhertina demografiyê û metirsî jî bi xwe re anî. Lewma bi milyonan mirov ketin rêyan, bûn koçber û penaber. Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku di 2021’an de 5,5 milyon mirov ji ber fikar, tirs, bêhêvîtî, siyasî û ekonomiyê koç kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber îdeolojiyên ku siyasî, leşkerî û şîdetê di nava xwe de digire, (mîna DAÎŞ’ê) pêla koçberiyê derket holê. Her wiha ambargoya ekonomiyê ya ku bi israra pozîsyona ji bo vebûna deriyên sînor ên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyeyê bûyî asteng, re pêş ketî jî bandor kir. Nêzî milyonek kes ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber fikar, tirs, bi zorê û bi xwesteka xwe koç kirin. Her wiha hêzên navneteweyî û herêmî jî li ser esasê berjewendiyên xwe gel teşwîqî koçê dikirin.

ÊRÎŞ, AMBARGO Û DORPÊÇ

Para DAÎŞ, Tirkiye û hêzên girêdayî wê di vê koçê de pir zêde ye. DAÎŞ, Tirkiye û hêzên girêdayî wê krîza Sûriyeyê kûrtir kirin û olperestî, netewperestî û nelirêtiyê belavtir kirin. Ev jî bû sedem ku koçberî çêbibe. Li aliyekî din jî hişkesaliya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî yek ji sedemên koçberiyê bû. Ji xeynî kêm baran barînê, Tirkiyeyê rêjeya herikîna Ava Firat û Xaburê kêm kir û Stasyona Elokê rawestand. Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) 460 hezar kes ji ava vexwarinê bêpar man. Li gorî anketa NRLS’ê (Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava) ya di sala 2016’an de; pirsgirêka ewlehî û ekonomiyê yek ji sedemên sereke ya koçberiyê ye. Li gorî Bernameya Xurekê ya Cîhanê (Worl Food Programme, WFP) di sala 2022’yan de ji sedî 90’ê Sûriyeyiyan di bin sînora birçîtiyê de dimînin û ji nifûsa 16 milyonî herî kêm 12 milyon Sûriyeyî ji ewlehiya xurekê bêpar in. Li gorî anketa NLRS’ê ya di sala 2016’an de; li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsa ‘hûn piştgiriyê didin koçberiya ber bi dervey welêt?’ hat kirin û ji sedî 86,1 bersiva ‘na’ ji vê pirsê re hat dayîn.

BI KEMERA EREB DESTPÊ KIR Û NEQEDIYA

Rejîma Baas’ê di bin navê projeya ‘Kemera Ereb’ de di sala 1960’an de dest bi plana xwe ya dayîna koçkirinê kir. Zêdeyî 4 hezar Ereb (Ji Reqa û derdora wê) li cihên niştecihiyê yên Kurdan hatin bicihkirin û zêdeyî 700 hezar donum erdê Kurdan hat dayîn. Di 5’ê Cotmeha 1962’an de hejmara nifûsê ya rewşa awarte 150 hezar Kurd ji nasnameya Sûriyeyê bêpar hatin hiştin û di statuya biyanî de hatin hiştin. Bi vî rengî 150 hezar Kurd nekarîn ji sazî û avahiyan sûd werbigirin, tevlî hilbijartinan bibin, bibin xwedî erd, dibistana navîn û amadeyî bixwînin û bi zimanê xwe baxivin, gelek mafên wan ên bi vî rengî jê hate standin.

Ji ber di warê ekonomiyê de wekhevî nebû, li Kantona Cizîrê sala 2008’an bû sala herî hişk. Li gorî NY’ê sedî 60’ê xaka Sûriyeyê û 1,3 milyon kes (Piranî ji Kantona Cizîrê) ji ber hişkesaliyê zirareke mezin dîtin. Li gorî Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor; zêdeyî 800 hezar kes çavkaniyên xwe yên debarê winda kirin. Lewma bi hezaran Kurd neçar man koçî bajarên cuda yên Sûriyeyê û dervey welêt bikin.

Di encama êrîşên DAÎŞ’ê yên di sala 2014’an de 225 Sûriyeyî, ji Kurdistana Federe koç kirin. Ji vane nêzî sedî 97 Sûriyeyiyên li Iraqê û zêdeyî sedî 90 jî Kurd bûn. Di encama êrîşên DAÎŞ’ê ya Hezîrana 2014’an a li ser Kobanê de zêdeyî 160 hezar şêniyên Kobanê, neçar man ku koçî Tirkiyeyê bikin. Li gorî Komîsyona Bilind a Karên Koçberiyê ya NY’ê; Di 2011-2014’an de 815 hezar Sûriyeyî koçî Tirkiyeyê kirin.

Dema ku Tirkiyeyê di 2018’an de Efrîn dagir kir, zêdeyî 300 hezar Efrînî neçarî koçberiyê bûn. Dîsa dema dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, li gorî Komîsyona Bilind a Karên Koçberiyê ya NY’ê; 180 hezar kes ku piranî jin û zarok di nav de bûn ji xaka xwe hatin koçberkirin. Piştî zexta li ser herêmên dagirkirî, ev hejmar gihişt 400 hezarî.

Sibe: Dr. Ebîr Hessaf, rewşa koçberiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.