Li Kampa Holê gelek çete hatin girtin
Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê ku bi desteka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, QSD’ê û YPJ’ê tê meşandin di roja 3’yemîn de dewam dike.
Qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlekariyê ya li Kampa Holê ku bi desteka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, QSD’ê û YPJ’ê tê meşandin di roja 3’yemîn de dewam dike.
Di xebatên lêgerînê yên di çarçoveya operasyonê de li ser îtîrafên çeteyên di rojên dawîn de hatine girtin, gelek çete û hevkarên wan girtin, 3 bombeyên destan, 2 kemberên teqemeniyê, 2 kalaşnîkov, 10 carcûrên kalaşbîkovê û derziyên Tramadol desteser kirin.