Vekirina Hefteyên Festîvala Viyanayê bi Rojava re hat kirin

Vekirina Hefteyên Festîvala Viyanayê ku starta vê li paytexta Awûsrûrya Viyanayê hat dayîn, îsal bi rojeva Rojava bû.

HEFTEYÊN FESTÎVALA VIYANAYÊ

Vekirina Hefteyên Festîvala Viyanayê ya îsal ku wê di navbera 17'ê Gulanê û 23'ê Hezîranê de bê lidarxistin û şano, opera, mûzîk û reqs bên pêşandan, bi rojeva Rojava bû. Di vekirina festîvalê de Îlham Ehmed axaftina silavkirinê kir û got, “Em ji rojava ku cihê şoreşa jinê ya demokratîk û ekolojîk e, ji dil Komara Azad a Viyanayê silav dikin. Em bi hêvî ne bibin hêza belavkirina çanda demokratîk û azadiya jinê. Jin, jiyan, azadî”

Axaftina Îlham Ehmed ji aliyê beşdaran ve demeke dirêj hate çepikkirin.

Di Hefteyên Festîvalê de aktîvîstên tevgera bê erd MST, aktîvîstên Zad de Notre-Dame- des-Landes, nûnerên neteweya demokratîk a Rojava û gelek rêxistinên hevkar ên Komara Azad a Kurdistanê re semîner, atolye û tûrên nîqaşê werin lidarxistin.

Di komxebat û platformên nîqaşan de rojeva Rojava derdikeve pêş. Di semînera ku wê di 23’ê Gulanê de bê lidarxistin de, Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed wê peymana civakî ya rêveberiya xweser ya  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vebêje.