Li Bremen û Hanaûyê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Bremen û Hanaû yê Elmanyayê, Şehîdên Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
Li bajarê Bremen û Hanaû yê Elmanyayê, Şehîdên Gulanê bi çalakiyan hatin bibîranîn.
BREMEN
Ji bo pêşengên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê yên di meha Gulanê de şehîd bûne, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Bremen ê Elmanyayê, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Bîranîna ku ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan ve hate organîzekirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.
Di çalakiyê de Hevseroka DKTM’ê Xezal Taşkin û Hevseroka KOMAW’ê Xoşnav Ata axivîn.
Xezal Taşkin ku di destpêka axaftina xwe de spasiya kesên beşdarî bîranînê bûne kir û got, “Gulan ji bo gelê Kurd meheke gelekî girîng û bi nirx e. Meha ku lehengên gelê kurd şehîd bûne. Ev leheng ji hebûn, nasname û azadiya me re bûn derman û weke Şehîdên Meha Gulanê di dîroka me de cih girtin. Em van lehengên ku li çar parçeyên Kurdistanê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.
EGER EM RÊXISTINKIRÎ BIN WÊ CÎHAN JÎ GUH BIDE ME
Hevseroka KOMAW'ê Xoşnav Ata di bernameya bîranînê de axivî û bal kişand ser girîngiya piştgirîdayîna şehîdên Gulanê û got, “Ger ku îro gelê Kurd heye, ev yek bi saya berxwedana gerîlayan e. Ji bo vê jî divê em gelên Ewropayê bi vê hişmendiyê li ber xwe bidin. Divê em jî wan biparêzin. Ger em piştgiriyê bidin wê tevger û gerîla wê hebin. Divê em beşdarî çalakiyan bibin. Divê em bizanibin ku ew meş parçeyek ji vê berxwedanê ye. Ji bo em vê berxwedanê hîn mezintir bikin divê em xwe bi rêxistin bikin û bersiva dijmin bidin. Ger em xwe birêxistin bikin wê cîhan î guh bide me.”
Bernameya bîranînê piştî axaftin û dirûşma "Şehîd namîr" bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.
HANAÛ
Li Hanaûyê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji aliyê KOMAW û TJK-E'yê ve çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftina li ser navê KOMAW'ê de, şehîd Pelşîn Newroz û şehîd Gulçiya Gabar hatin bibîranîn û banga xwedîderketina li bîranîna hemû şehîdên meha Gulanê hat kirin. Di axaftina ku şoreşgerên Tirk Denîz Gezmîş, Yusuf Înan, Huseyîn Arslan û Îbrahîm Kaypakkaya jî hatin bibîranîn de li ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ nirxandin hatin kirin.
Di çalakiyê de li ser navê PJAK’ê Abdullah Suldanî û li ser navê PAJK’ê Delal axaftin kirin.
Di çalakiyê de sînevîzyon hat pêşanşandan û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.