Lİ Berlînê cejna zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Li paytexta Elmanya Berlînê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakiyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Li paytexta Elmanya Berlînê di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakiyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) ve hat lidarxistin, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi daxuyaniyan destpê kir. Piştî daxuyaniyên li ser girîngiya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, çalakî bi helbest û muzîkê dewam kir.
Koroya Zarokan a Berlînê strana Zimane Kurdî got. Koma Komîsyona Çandê ya Meclîsa Berlînê stran gotin û helbest xwendin.
Di çalakiyê de nivîskara Kurd Meral Şîmşek bi xwendina helbesta Arjen Arî ya bi navê “HEZ” bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî. Meral Şîmşek di heman demê de du helbestên xwe xwend.