BI DÎMEN

Şehîdên Gulanê li Berlînê hatin bibîranîn

Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di şexsê şehîdên Gulanê de li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

ŞEHÎDÊN GULANÊ

Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst di pêşengiya Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) de hatin gel hev û li navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya bîranînê li dar xistin.

Bîranîn di şexsê şehîdên meha Gulanê de bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.

Hevserokê Nav Berlînê Huseyîn Yilmaz mafê axaftinê girt û got, “Dema ku behsa şehîdan tê kirin, bedena me diheje. Ji ber vê jî zehmet e ku mirov behsa şehîdan bike. Em dikarin bêjin ku Kurdan bi sed hezaran şehîd dane. Helbet destkeftiyên gelê Kurd jî hene, ev destkeftî bi saya şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Yên ku di meclîs û komîsyonên me de pêşengiyê dikin, divê li ser şopa şehîdan bimeşin.”

Bavê şehîd Rêzan Amed jî axaftinek kir û got, “Divê em layiqî şehîdên xwe bin. Divê em li pêşberî şehîdên xwe fedakar bin. Ger em dixwazin layiqî şehîdan bin, divê em li ser şopa şehîdên xwe bin û şehîdên xwe biparêzin. Em careke din dibêjin şehîd şehîdê me hemûyane.”

Siyasetmedar Selahattîn Mete ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd gelek şehîd dane. Tevgera azadiyê partiya şehîdan e û bi pratîka xwe ev yek nîşan da. Gelek hevalên me ji bo ku neyên dîlgirtin şehîd bûne, gelek hevalên me jî ji bo şehîdên xwe di destê dijmin de nehêlin jiyana xwe ji dest dane. Em xwedî li ziman, çand, ax û Rêbertiya xwe derdikevin.”

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi berzkirina dirûşma“Şehîd N
namirin” bi dawî bû.