Li Kampa Holê di 24 saetên dawî de 29 DAÎŞ'î hatin girtin

Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi piştgiriya QSD û YPJ’ê ku li Kampa Holê dane destpêkirin, di roja sêyemîn de 8 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.

Di çarçoveya qonaxa sêyemîn a operasyona ku di bin navê "Operasyona Mirovî û Ewlekariyê" tê lidarxistin de, li beşa “muhacîrat” ku ji 8 beşên Kampa Holê ya herî xeternak tê zanîn lêgerîn hat kirin.

Di operasyonê de gelek çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin û gelek amûrên birîn û jêkiirinê hatin desteserkirin.

Hate diyarkirin ku di operasyonê de 8 alîgirênÎ jî hatin girtin û tunelên ku çeteyan tê de xwe veşartibûn hatin dîtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de hejmara kesên ku hatine girtin gihişt 29’an.

Di lêgerînan de bombeyeke destan, amûrên birînê, kincên leşkerî û gelek pere û tabletên çeteyên DAÎŞ'ê hatin desteserkirin.