Artêşa Tirk a dagirker gundên Efrîn û Şehbayê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşên xwe yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê berfireh kirine, bi çekên giran 7 gundên kantonê topbaran dikin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku êrîşên xwe yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê berfireh kirine, bi çekên giran 7 gundên kantonê topbaran dikin.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Şêx Îsa, Minix û Eyn Deqnê yê navçeya Til Rifetê, gundê Til Eneb, Ziweyne, Şiyale, Xirbet Şiyale yên kantona Efrîn û Şehbayê bi çekên giran û moşekan topbaran dikin.
Her wiha topbarana li dijî gundê Şewarxe ya navçeya Şera ya Efrînê û gundê Bêlûniyê ya Til Rifat a Şehbayê jî dewam dike.