Dr. Ebîr Hessaf: Demografî tê guhertin
Dr. Ebîr Hessaf anî ziman ku bi polîtîkaya koçberkirinê re guhertina demografiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê ferzkirin û got, "Li dijî vê yekê divê têkoşîneke hevpar bê meşandin."
Dr. Ebîr Hessaf anî ziman ku bi polîtîkaya koçberkirinê re guhertina demografiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê ferzkirin û got, "Li dijî vê yekê divê têkoşîneke hevpar bê meşandin."
Dr. Ebîr Hessaf diyar kir ku li gel dagirkerî, êrîş û şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk bi dorpêç û ambargoyê jî dixwazin Kurdan ji xaka wan derxînin û hin kesên din lê bi cih bikin. Dr. Ebîr Hessaf destnîşan kir ku li dijî vê yekê tiştên ku hem kes û hêzên siyasî hem jî Rêveberiya Xweser bikin, hene.
Bi komxebateke ku 28’ê Çileyê ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava ve (NRLS) ve hate lidarxistin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meseleya koçberiyê hat xistina rojevê. Komeke beşdaran a 100 kesî ku ji Kurd, Suryanî, Ereb, siyasetmedar, tevgerên jinan, entelektuel û lêkolînvanan pêk dihat têkildarî sedemên koçberiyê, encamên wê û li ser pêşniyar û tedbîran nîqaşeke berfireh kirin. Dr. Ebîr Hessaf ku ew jî di nava axaftvanan de bû, bersiva pirsên ANF’ê da.
Eger li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdebûneke koçberiyê hebe, sedemên vê yekê çine?
Pirsgirêka koçberiyê bi îro re destpê nekir. 100 sal in koçberî li gelê Kurd tê ferzkirin. Di dawiya sedsala 20’an de jî di asteke bilind de koçberî çêbû. Polîtîkaya ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, krîza ku Sûriye di nav de û krîza ekonomîk dibe sedemê koçberiyê. Her wiha li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tirsa ku tê xwestin bi şerê taybet û psîkolojîk bê çêkirin û ji bo siberojê bêhêvîtî heye. Bi taybetî êrîşên ku bi dagirkeriya Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê re rojane tên kirin, bi êrîşa li dijî şexsiyetan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîz tê çêkirin, pêşî li jiyana bi aram tê girtin. Ev jî dibe sedem ku gel berê xwe bide lêgerîneke jiyana hîn baştir. Helbet bi guman e ku wê jiyaneke hîn baştir hebe, yan na. Tevî vê yekê jî li ser esasê lêgerîneke jiyana nû, ji bo çûyîna welatên cuda koç tê kirin.
Bi koçberiyê re pirsgirêkên ku wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibin, çine?
Pirsgirêka herî girîng guherîna demografiyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê zêdeyî ji sedî 90 gelê Kurd heye, lê îro em lê dinêrin ku ev rêje nîne. Ber bi dawiya sedsala 19’an ve li Dêrazor pêkhateyeke hebû ku piraniya wê ji gelê Kurd pêk dihat. Bi belgeyên dîrokî jî mirov dikare vê rewşê îspat bike. Gelo niha piraniya Kurdan li kuderê ne? Rejîma Sûriyeyê gelê Kurd koçî Şam, Heleb, Lubnan û hwd kir û bû sedem ku asîmîle bibin. Îro jî polîtîkayên ku li ser gelê Kurd tên kirin, bi taybetî polîtîkayên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tênkirin ji bo valekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber ku dixwazin çand, ziman û nasnameya gelê Kurd qels bikin. Lewma heta ku polîtîkaya li ser Rojavayê Kurdistanê vale neyê derxistin, herêm û gelên wê careke din wê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû bimînin.
We diyar kir ku pêla koçberiyê rasterast bandor li demografiyê kiriye. Gelo hûn dixwazin bêjin ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayeke koçberkirinê ya bi plan heye?
Hêzên hegemonîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêzên dijminê gelê Kurd, hêzên ku felsefe û paradîgmaya ku gelê Kurd li gor diçe qebûl nakin, dewletên ku têgeha demokratîk û azadiyê pêk nayînin ji bo aktîfkirina polîtîkaya koçê ketine nava hewldanê. Bi taybetî krîz û şerê taybet a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, bi polîtîkayên kûrkirina krîzê gel didin koçberkirin. Li gorî qanûnên navneteweyî hedefgirtina santralên elektrîkê nayê qebûlkirin. Li gorî peyman, qanûn û belgeyan ên navneteweyî hedefgirtina av, elektrîk, nexweşxane û dibistanê yanî bi kurtasî hedefgirtina binesaziya herêmekê qedexe ye. Dewleta Tirk cihên bi vî rengî hedef digire da ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kaos û krîzê çêbike. Li aliyekê ambargoya aboriyê pêk tîne û sînoran digire, li aliyê din jî ji bo bide koçberkirin deriyên sînor vedike. Ev tê çi wateyê? Bi vî rengî bi polîtîkaya şerê taybet armanc dike ku jin û ciwanan ji herêmê bide koçkirin û herêmê vale bike.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdebûna asta koçberiyê weke civakî, ekonomîk û siyasî çi rîska wê li ser ewlehiyê heye?
Destpêkê dibe sedemê guhertina çêkera civakî. Polîtîkaya şerê taybet a zihniyeta dewletê li şûna gelên dayî koçberkirinî gelên cuda bi cih dike. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber çavan e. Li herêmên dagirkirî çeteyên ku ji derve anîne bi cih dikin û bi vî rengî gelên demokratîk, azadîxwaz û yên wekhevî pêk dianîn ji xaka wan da koçberkirin. Ev ne rewşeke wisa ye ku tenê li deverên dagirkirî jî tê kirin. Bi koçberiyê çêkera civakê tê guhertin. Ev yek dibe sedem ku nirxên civakê jî bê guhertin û nirxên herêmî winda bibin. Pêşî li helandina çanda Kurd û çanda herêmî tê vekirin. Ez yek zirarê dide çanda ku gelên Suryanî, Ermenî, Asûrî, Kurd û Ereb bi hev re ava kirine. Li hemberî vê yekê çandên nû li ser civakan tê ferzkirin.
Hûn asta têkoşînê ya projeyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî polîtîkayên şerê taybet pêşkêş kiriye çawa dinirxînin, gelo ji bo gel dibe bersiv an na?
Divê were gotin ku barê Rêveberiya Xweser pir giran e. Berpirsyarê yekem ê koça li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî yê ku divê çareseriyê jê re bibîne ne tenê Rêveberiya Xweser e. Ev yek fealiyet û têkoşîneke ku malbat, sazî û avahî, gel, saziyên weşanê û çapemeniyê û Rêveberiya Xweser wê bi hev re bimeşînin. Beriya her tiştî divê mirov guherîn û veguherînê bi kesan bide bawerkirin, yanî bi girîngiya ji nû ve avakirinê bide bawerkirin. Xizmet jî pir girîng e. Rêberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên gel hingî ku ji destê wê tê atîk tevdigere, ji bo ji gelan re bibe bersiv seferber dibe. Em dibînin ku tevî hemû ambargo û êrîşan dixwaze çawa alîkariyê bide gel. Dîsa jî divê nêzîkatiya stratejîk esas bigire, divê timî xwedî alternatîf be. Divê proje û alternatîfên ku wê demdirêj bibin bersiv, tercîh bike.
Ji bo pêşî li koçberiyê bê girtin, divê cuda çi tedbîr bên girtin?
Tu dikarî bi rehetî ji xaka xwe derkevî, lê di aliyê ruhî de ji xaka xwe qutbûn ew qas hêsan nîne. Banga min ji bo kesên ku ji welat û xaka xwe koç kirine ew e ku; divê teşwîqî koçberiyê nekin, ji bo dayîna koçberkirinê propagandayê nekin.
Herî dawî tiştekî ku hûn bixwazin lê zêde bikin, heye?
Li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayên şerê qirêj tên meşandin. Eger me karîbe tevî xaka xwe ya bi Peymana Lozanê hatî parçekirin hebûna xwe domandibe, îro jî em dikarin vî şerê ku ji bo tunekirina nasname, çand û ziman tê meşandin, vale derxînin. Divê êş û zilma bi salan neyê jibîrkirin û bi vî rengî têkoşîn bê kirin. Divê li dijî polîtîkaya ferzkirina koçberiyê, bi gelan re têkoşîna hevpar bê meşandin.