Bi hezaran kes tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin

Li Qamişlo û Dirbêsiyê tecrîda li Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin.

ÇALAKIYÊN LI ROJAVA

Li Qamişlo û Dirbêsiyê bi hezaran kes daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Bi hezaran kesên tevlî meşa Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo û Dirbêsiyê yên kantona Cizîrê bûn, qedexeya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di bin navê ‘cezayê dîsîplînê’ de tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê meşandin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Di meşê de nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl, ciwan û jin jî di nav de bi hezaran kes amade bûn.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê serbixe cenga azadiyê” û "Bê Serok jiyan nabe" hatin hilgirtin.


QAMIŞLO


Meşa li Qamişloyê ji Çerxerêya Şehîd Rûber dest pê kir û li pêşiya Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan rawestî. Di mîtîngê de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê Medya Ebdurehman axivî û bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê.

Medya Ebdurehman beşdariya PDK’ê di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de jî şermezar kir û rêbazê pêşwazkirina Erdogan a li Hewlêrê bi bîr xist.

Medyayê her wiha biryara desthilata Tirk a qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîdê wek siyaseteke qirkirinê ya li dijî Kurdistaniyan nirxand.

Hevserokê Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû Subhî Melek jî berxwedana gerîlayên azadiyê û QSD’ê silav kir û bi navê Yekitiya Ciwnanên Suryan ên Pêşverû piştgiriya xwe bi gerîlayan re anî ziman.

Subhî Melek got dê heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û têkbirina tevahî planên dewleta Tirk têkoşînê bidomînin.

DIRBÊSIYÊ

Li Dirbêsiyê jî bi sedan kes ji pêşiya Mizgefta Hac Sultan dest bi meşê kir. Meş li Sûka Navendî sekinî. Li wir endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Dirbêsiyê Raziya Mihemed axivî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Raziya Mihemed got heta edalet ji bo Abdullah Ocalan pêk were û dagirker ji Kurdistanê werin derxistin, dê di hemû qadan de têkoşînê bidomînin.