Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 kesên din jî revandin

Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê du kesên din jî revandine. Hejmara kesên ku di meha Çileyê de ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, gihişt 38’an.

Rêxistina Mafên Mirovan-Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 şênî li gundê Guliya Jêrîn ê navçeya Racoyê revandine.

Têkildarî detayên revandinê ku rêxistinê ji şahidan parve kirine, duh çeteyan Mihemed Nasan (57) û Ebdo Mihemed Bekir (53) revandine.

Her wiha çeteyan 24’ê Çileyê şêniyê bi navê Silêman Cuma Mihemed (39) li gundê Beiyê yê navçeya Şêrawayê revand.

Beriya wê jî 17 û 24’ê Çileyê 3 şênî li Efrînê revandin, di nav wan de kesekî astengdar heye.

Navenda Belgekirina Sûcan jî di raporeke xwe de navên 32 şêniyên Efrînê yên di Çileyê de hatine revandin, aşkera kiribûn.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên li bajarê dagirkirî, didomin.