BI DÎMEN

Li Swîsreyê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarên Solothurn, Luzern û Baselê yên Swîsreyê ji bo şehîdên meha Gulanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

ŞEHÎDÊN GULANÊ

SOLOTHURN

Endamên meclîsên gel ên Solothurn û Aaraûyê beşdarî bîranîna ku bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin, bûn. Di bîranînê de ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan, Tirkiye û cîhanê deqeyek rêz hate girtin.

Mustafa Karahan ku li ser navê KOMAW'ê di bîranînê de axivî, diyar kir ku têkoşîna şoreşgerî ya Tirkiyeyê bi Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya dest pê kir. Karahan da zanîn ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bi derketina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re weke berdewamiya têkoşîna şoreşgerî ket jiyanê û got, "Îro bi pêşengiya Rêber Apo bi mîlyonan mirov vê têkoşînê didomînin. Ev berxwedan îro li seranserê cîhanê belav bûye.”

Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Rûken Demîr di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd berdewam dike û got ku bingeha Konfederalîzma Demokratîk a ku têkoşîna Mahîr û Denîzan esas hatiye girtin, weke projeya Abdullah Ocalan derket holê. 
Rûken Demîr jinên di têkoşîna azadî û şoreşê de şehîd bûne bi bîr anî û bi bîr xist ku di komkujiya 16’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê ji aliyê PDK û MÎT’ê ve hat kirin de bi dehan kes şehîd bûn.

Di bîranînê de li ser navê Dîwana Hevserokatiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Emrullah Bîngul axivî û diyar kir ku xwedî li têkoşîna azadî û şoreşê ya ku mîrateya şehîdên Gulanê ye tê derketin.

Emrullah Bîngul, bal kişand ser bi sedan sal cezayên di doza Kûmpasê ya Kobanê hatin dayîn û got, “Şert û merc çi dibe bila bibe em ji têkoşîna xwe paşve gav navêjin."

Di bîranînê de ku bi nirxandina pêvajoya siyasî berdewam kir, nirxandinên Abdullah Ocalan ên li ser şehîdên meha Gulanê hatin temaşekirin.
Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi berzkirina dirûşma “Şehîd namîr” bi dawî bû.

LUCERNE

Li bajarê Luzernê jî lehengên nemir ên di meha Gulanê de şehîd bûn hatin bîranîn.

Bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Di bîranînê de wiha hat gotin: "Her tişt li ser me ferz dike ku em xwedî nirxên şehîdên xwe derkevin. Ev jî tenê bi parastina bîranînên şehîdên me pêkan e. Pêwîste em zanibin ka meriv çawa wê veguherîne hêzek pêkanînê.”

Li ser navê CDK’ê ya Luzernê Sidîk Batur di bîranînêde axivî û wiha got: "Meha Gulanê meha şehîdan e, em tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û hemû hevalên xwe yên di girtîgehan de şermezar dikin. PKK partiyeke şehîdan e û bi xwedîderketina mîrateya şehîdan heta roja îro hatiye. PKK weke partiya şehîdan avabû, li ser bîranîna Hakî Karer û Şehîdên Gulanê, mezin bû. Rêer Apo ji bo Hakî Karer gor, “Ruhê min ê veşartî ye.” Ya girîng ne tenê bîranîna van rojan e, roj bi roj bi wan re bijîn.”

Piştî pêşandana sînevîzyona ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê hatibû amadekirin, bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, rêxistinên Kurdistanî û şoreşger ên Tirkiyeyê ji bo şehîdên meha Gulanê bernameya bîranînê li dar xistin. Gelek malbatên şehîdan û xebatkarên saziyan beşdarî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hat lidarxistin bûn. Di salonê de dema ku beşdarên bîranînê li ser bîranînên xwe yên bi şehîdan re axivîn, kêliyên hestiyar hatin jiyîn.

Bîranîn di şexsê şehîdên meha Gulanê de ji bo hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Destpêkê endamê Komeleya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAV) Mehmet Goksungur axivî. Goksungur bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku şehîd meşaleya ku rêya vî gelî ronî dike ne. Goksungur got, “Gelê Kurd dîroka xwe ya têkoşînê deyndarê şehîdên xwe ye. Pêwîste em li ser rêya şehîdên xwe di ronahiya wan de tevbigerin. Bi vê boneyê ez hemû şehîdên me bi rêzdarî bi bîr tînim. Bi hezaran şehîdên me hene ku em nikarin navê wan bijmêrin. Ez hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Alî Hoca ku li pişt Goksungur axivî, behsa bîranînên xwe yên Hakî Karer kir û bal kişand ser şehadetên ji damezrandina PKK'ê ya yekemîn heta roja me ya îro. Hoca diyar kir ku şehîd Hakî Karer mînaka mirovahiyê ye û got, “Dema min cara yekem Hakî Karer dît ez biçûk bûm. Hevrê Hakî Karer bandorek pir mezin li ser min kir. Ew bi xwe ji bo me têkoşiya. Dema ku em şehadeta wî hîn bûn dinyaya me li dora me hilweşiya, lê me jî baş fêm kir ku tenê bi mezinkirina têkoşînê em dikarin tola Hakiyan hilînin. Îro yên ku têkoşîna me aniye vê astê şehîdên me ne.”

Ji MLKP'ê Huseyîn Yeter ku beşdarî bernameyê bû, diyar kir ku pêvajoya Şoreşê di meha Gulanê de dest pê kir û ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve. Yeter da zanîn ku ev serketinên ku di encama diyarkirina xeta PKK’ê de pêk hatine û got, “Divê her kes xwedî li PKK’ê derkeve. Ev tevgera ku îro ava bûye, di rastiyê de avakerê rêya şoreşgerî ye ku tê avakirin.."

Nûnertiya Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) ya Swîsreyê ji bernameyê re peyamek nivîskî şand û şehîdên meha Gulanê bi bîr anî. 

Di bîranînê de nivîsên li Hozan Mizgîn û Kasim Engin hatibûn nivîsandin, hatin xwendin. Bi dengê Hozan Mizgîn stran hatin guhdarkirin. Dayika Kasim Engîn a beşdarî bîranînê bû, dema li helbesta ji dengê kurê xwe guhdarî kir hestiyar bû.
Siyasetmedar Alî Şîmşek ku herî dawî di bîranînê de axivî, banga berfirehkirina vê têkoşîna ku di şexsê şehîdan de destpêkiriye kir.

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyona ji bo şehîdên Gulanê hatibû amadekirin, bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.