Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlekariyê" ya di 27'ê Çileyê de li Kampa Holê hat destpêkirin, li ser malpera fermî agahiyên nû parve kir.
Navendê ragihand ku di roja 4’an a operasyonê de gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin û 31 kesên gumanbar jî hatine girtin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Yekîneyên Antî-Teror (YAT) yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo li gorî armancên taybet û agahiyên îstixbaratê operasyonên taybet pêk bînin, beşdarî qonaxa sêyemîn a "Operasyona Mirovî û Ewlekariyê" bûn.