BI DÎMEN

Sempozyûma Piştevaniya bi Girtiyan re: Divê tecrîda Îmraliyê bê rakirin

Di beşa dawî ya Sempozyûma Navnetewî ya Piştevaniya bi Girtiyan re ya li Londonê pêk hat de hat destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê PKK'ê ye, di heman demê de Rêberê gelê Kurd e û bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî tecr

TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ

Di sempozyûmê de bal kişandin ser dîlgirtin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala,  bandoreke çawa li aştiya Rojhilata Navîn kiriye û wiha hat gotin: “Ji bo jiholêrakirina pergala êşkence û tecrîda li Îmraliyê divê xeteke têkoşînê ya navnetewî bê avakirin."

Sempozyûma Navneteweyî ya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re ku li Londonê hat lidarxistin, bi sernavê Girtiyên Siyasî û Polîtîkayên Tecrîdê yên li Tirkiye û Kurdistanê dewam kir. Di vê beşê de ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzer Mazlûm Dînç, hîndekarê Sosyolojiyê yê Zanîngeha Cambridge Jeffrey Milley, nûnerê Komîteya Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî ya Navneteweyî ya Ewropayê Suleyman Gurcan û nûnerê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) ê Ewropayê Baki Selçûk beşdarî vê beşê bûn. Axaftvanan bi bîranîna rêberê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û 4 kesên ku li girtîgeha Amedê bedena xwe dane ber agir, dest bi axaftina xwe kirin.

Di rûniştina ewil de Buroya Hiqûqê ya Asrin û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç axivî. Mazlûm Dînç diyar kir ku geşedanên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê gihiştine asteke cidî û da zanîn ku li Tirkiyeyê girtîgeh ji bo girtiyên siyasî weke navendên şikandina îradeyê û êşkenceyê tên bikaranîn. Dînç diyar kir ku girtiyên Kurd bi berxwedana xwe hemû polîtîkayên têkbirin û îradeya dewletê pûç kirin û got, "Girtiyan bi rojiya mirinê û şewitandina bedena xwe polîtîkayên rejîma cûntayê pûç kirin."

Dînç pergala Îmraliyê ya ku mînaka wê li cîhanê nîne û polîtîkayên zêdeyî 25 sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin nirxand û diyar kir ku Îmraliyê weke herêmeke leşkerî hatiye îlankirin, li hemû seferên bejahî, hewayî û deryayî yên sivîlan hatiye girtin.

Dînç da zanîn ku 38 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û di serî de têkilî, name, tenduristî, nêrînên malbatê û parêzeran ti maf nayên bicihanîn û got, di serî de hiqûqa navneteweyî, hiqûqa mafên mirovan û hwd. qanûnên navxweyî û qanûnên NY’ê yên Mandela li Îmraliyê jî ne derbasdar e. Dinç der barê Îmraliyê de anî ziman ku pergala êşkenceyê ye. Dînç anî ziman ku sîstema Îmraliyê li derveyî rûmeta mirovahiyê ye û daxuyand ku wan bi awayekî rêkûpêk serî li CPT û DM’ME’yê didin, lê mekanîzmayên navneteweyî li ser vê polîtîkaya 'tecrîda mutleq' bi Tirkiyeyê re li hev kirine.

Dînç diyar kir ku ji bo rakirina sîstema êşkence û tecrîda li hemberî girtiyên siyasî û bi taybet li Îmraliyê, divê xeteke têkoşînê ya navneteweyî bê avakirin û anî ziman ku encax bi vî rengî wê desthilatdar gav paşde bavêjin.

Dînç bal kişand ser encamên siyasî yên şikandina tecrîda li Îmraliyê û got, “Şikandina tecrîdê wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe sedema pêvajoya aştiyê. Ji bo birêz Ocalan rola xwe bilîze divê şert û merc bên guhertin. Şikandina tecrîdê wê li gel pêşketina demokrasiyê li Kurdistan û Rojhilata Navîn aştî pêş bikeve. Ji bo vê jî divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”

YÊN LI DIJÎ PERGALÊ DERDIKEVIN 'TERORÎST' TÊN ÎLANKIRIN

Hîndekarê Civaknasiyê yê Zanîngeha Cambridge Jeffrey Milley mafê axaftinê wergirt û wateya têkoşîna azadiya Kurd û tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vegot. Dr. Thomas Jeffrey bal kişand ser pênaseya 'terorîzmê' ku dewlet bikar tîne û got: “Dewlet ji bo pergala xwe rewa bike peyva ‘terorîst’ bi kar tîne. Lê terorîstê yekî ji bo yên din azadîxwaz e. Tekoşînên rizgariya neteweyî yên wekî IRA li Brîtanyayê, PKK li Kurdistanê û tevgera BASK li Spanyayê. Ji ber ku şert û mercên hebûna wan dewkletan dixe xeteriyê ji aliyê dewletan ve di çarçoveya 'Rêxistinên Terorê' de tên girtin. Ne tenê yên ku têkoşîna rizgariya neteweyî didin, şoreşgerên li dijî fermanê têkoşînê didin jî weke 'terorîst' tên nîşandan.

Lêbelê, dewlet tenê bi vê yekê sînordar namînin. Di heman demê de rêveber û çalakvanên partiyên siyasî yên legal jî dîl tên girtin. Ji bo hevserokên HDP’ê Demîrtaş û Yuksekdag di çarçoveya Doza Kûmpasê ya Kobanê de zêdetirî 30 sal cezayê girtîgehê hat dayîn, ev nîşaneya vê yekê ye.”

ABDULLAH OCALAN BI LEHENGÎ LI BER XWE DIDE

Jeffrey diyar kir ku mifteya çareseriya aştiyane ya li qada navneteweyî tenê bi rawestandina 'terorîzekirina' yên têkoşîna azadiyê didin, pêkan e û got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî rewşên nemirovî yên ku bi komploya navneteweyî dest pê kirine bi lehengî li ber dide û heta roja îro jî berdewam dike.

Jeffrey da zanîn ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê PKK’ê ye, di heman demê de rêberê gelê Kurd e û wiha domand: “Weke Mandela, Ocalan jî ji bo pêvajoya aştiyê aktorekî pir girîng e. Ger dewleta Tirk dev ji helwesta xwe ya qirkirinê ya li hemberî Kurdan berde, wê Ocalan bibe hêza herî girîng ê pêvajoya aştiyê. Paradîgmaya demokrasiya radîkal a Ocalan jî şert û mercên esareta siyasî îfade dike.

Bi taybetî ji bo destpêk û berdewamkirina pêvajoyeke muhtemel a aştiyê, Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Divê azadiya Ocalan ne encama peymana aştiyê, pêwîstiya destpêkirina wê be. Divê rê bê dayîn ku Ocalan weke pêşeng û parçeyekî alternatîfa radîkal a demokratîk a cîhanê rola xwe bilîze."

'EV SÛCÊN DERMIROVÎ YÊN REJÎMA QESRÊ NE’

Platforma Dengê Girtiyan (TSP) Baki Selçuk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karakterekî wî yê ducartir û kûrtir heye. Selçûk tecrîd, êşkence, muameleya xerab û zextên li girtîgehên Tirkiyeyê bi daneyên îstatîstîkî vegot û bal kişand ser girîngiya hevgirtin û têkoşîna navneteweyî ya ji bo rakirina tecrîdê.

PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR HEYE

Nûnerê Ewropayê yê Komîteya Piştevaniya bi Girtiyên Siyasî re ya Navneteweyî Suleyman Gurcan mafê axaftinê girt. Gurcan bal kişand ser polîtîkayên çewisandin, komkujî û tirsandinê yên li hemberî tevgerên siyasî yên şoreşger, çep, sosyalîst û Kurd ên li Tirkiyeyê û diyar kir ku têkoşîna demokrasî û azadiyê û yên ji bo bidestxistina mafên xwe tên krîmînalîzekirin û qedexekirin. Gurcan bal kişand ser girîngiya xeta têkoşînê ya hevpar û wiha axivî: “Girtiyên siyasî yên ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê têdikoşin weke 'dijmin' dibînin û hiqûqa dijmin li ser wan tê meşandin. Girîng e li hemberî vê yekê têkoşîneke hevpar bê pêşxistin.”