Xetereya DAÎŞ'ê ya li Kampa Holê nayê dîtin

Ji sala 2019'an dema rizgarkirina Baxozê ji DAÎŞ'ê û vir ve Kampa Holê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû cihê herî xetere. Lê belê têkildarî vê kampê ti dewlet û saziyên navneteweyî bi berpirsyarî ranabin.

Kampa Holê bi 45 km'yî li rojhilatê Hesekê ji aliyê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve di sala 1991'ê de hate avakirin. Destpêkê di pêvajoya Şerê Kendavê de ji bo penaberên ji Iraqê dihatin hate bikaranîn.

Piştî êrîşa duyemîn a DYE'yê ya li ser Iraqê ku sala 2003'an hate kirin, pêleke mezin a koçberiyê rû da. Kampa Holê careke din bû stargeh ji penaberan re. Bi krîza Sûriyeyê re DAÎŞ'ê Hol dagir kir û weke navendekê ji xwe re bi kar anî. Piştî ku QSD'ê di Cotmeha 2015'an de Hol rizgar kir, penaberên Sûriyeyî yên ji zexta DAÎŞ û desthilatdariya Şamê reviyan, di sala 2016'an de jî piştî ku Mûsil ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin gelek penaberên Iraqî li vê kampê hatin bicihkirin. Di heman demê de gelek malbatên DAÎŞ'î yên hatin girtin an jî teslîm bûn li kampên li Eyn Îsa, Roj û Holê hatin bicihkirin.

Piştî ku malbatên çeteyên DAÎŞ'ê li kampê bi cih bûn gelek pirsgirêkan rû dan. Li ser vê yekê li van kampan ji bo malbatên DAÎŞ'î beşên taybet hatin avakirin.

ZÊDEYÎ 43 HEZAR KES HENE

Piştî ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîş bir ser Girê Spî di heman demê de êrîşî kampa Eyn Îsayê kir û bi dehan malbatên DAÎŞ'î ji kampê reviyan. Piştre jî ew kes li Kampa Holê hatin bicihkirin. Bi vî rengî nifûsa kampê gihîşt 80 hezar kesî.

Di çarçoveya peymana Rêveberiya Xweser a bi Iraqê re bi hezaran penaberên Iraqî li cih û warê xwe vegeriyan û ev hejmar hinekî kêm bû. Niha nifûsa kampê 43 hezar û 477 kes e. Ji vê hejmarê 30 hezar zarok in.

Kampa Holê ji 6 beşan pêk tê. Ji van li sê beşan Iraqî, li du beşan Sûriyeyî û li beşekê jî malbatên DAÎŞ'î yên ji welatên cuda dimînin. Malbatên DAÎŞ'î yên biyanî ku weke mihacerat têne pênasekirin ji 45 welatên cuda hatin Sûriyeyê.

Ji bo beşa ku jinên DAÎŞ'î lê ne li kampê kampeke cuda hate avakirin. Doktor, sûk û nexweşxaneya vê beşê cuda ne. Her wiha çûn û hatine her beşê jî nîne. Beşa ku jê re mihacerat tê gotin bi temamî ji jin û zarokan pêk tê. Di rêxistinkirina şaneyên DAÎŞ'ê û perwerdekirina zarokan a bi mejiyê DAÎŞ'ê de roleke mezin a vê beşê heye.

KAMPA HERÎ XETERE YA LI HERÊMÊ YE

Kampa Holê li Rojhilata Navîn kampa herî mezin û ya herî xetere ye. Jinên DAÎŞ'î yên li vê derê dimînin, di nava rêxistiniya şaneyan a DAÎŞ'ê de ne. Zarokên li kampê bi mejiyê DAÎŞ'ê têne perwerdekirin û zarokên mezin dibin hingî weke şaneyên DAÎŞ'ê bi karê rêxistinî tevdigerin. Her wiha li kampê bi zarokên 14-15 salî re gelek jin bi rengê zewaca olî têne zewicandin. Bi vî rengî dibêjin ku dixwazin hejmara xwe zêde bikin û DAÎŞ'ê li kampê ji nû ve geş bikin. Jin vê yekê bi rengekî veşartî nakin, gelek caran bi rengekî eşkere vê dibêjin. Her wiha bi rengê gefxwarinê vê yekê tînin ziman.

Beriya niha gelek mêr ên DAÎŞ'î di nava penaberan de ketin nava kampê. Van DAÎŞ'iyan xwestin ku kampê bikin navendeke perwerde û rêxistinî ya DAÎŞ'ê. Jin ên DAÎŞ'î li kampê yekîneyeke bi navê 'El Hîsbe' ya DAÎŞ'ê ava kirin ku yên li gorî pîvanên wan tevnagerin zevt dikin û ceza dikin. Jinên ku dixwazin ji DAÎŞ'ê cuda bibin û çarşefa reş li xwe nekin, ji aliyê El Hisbê ve têne tehdîtkirin. Rêxistinê bi taybetî li beşa ku jinên DAÎŞ'î yên biyanî lê dimînin ji zarokan rêxistina kujer ava kir û Eşbal El Xîlafê (Zarokên Xîlafetê) bi rêxistin kir. Ji sala 2019'an û vir ve li Kampa Holê gelek înfaz hatin kirin, li dehan zarok û jinan hate xistin, êşkence hate kirin û gef li wan hate xwarin. Heta niha 146 kes hatin înfazkirin. Di nava wan de du keçên Misrî yên 12 û 13 salî jî hebûn. Herdu zarokên keç bi êşkenceyê hatin qetilkirin û avêtin bîra kanalîzasyonê.

PÊNGAVÊN JI BO EWLEKARIYA KAMPÊ

QSD, YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku ji aliyekî ve li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê têdikoşin, li Kampa Holê jî li hemberî DAÎŞ'ê di nava têkoşînê de ne. Li Kampa Holê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi dehan operasyon pêk anî. Li gel vê yekê bi beşdariya hêzên QSD, YPG û YPJ'ê di 28'ê Adara 2021'ê de qonaxa destpêkê ya 'Operasyona Ewlekarî û Mirovî' dane destpêkirin. Di operasyonê de ku 2'ê Nîsana 2022'an qediya 125 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin. Gelek teqemenî û alavên leşkerî hatin desteserkirin. Qonaxa duyemîn a operasyonê di 25'ê Tebaxa 2022'an de hate ragihandin û 24 rojan dewam kir. Qonaxa sêyemîn jî 26'ê Çileyê hate destpêkirin. Di binê konekî de çeperek ji bo şerkirinê, çar xendek, 5 mayin, gelek bataryayên ji bo amadekirina mayinan têne bikaranîn, bombeyeke destan, gelek malzemeyên leşkerî, kincên DAÎŞ'ê, konên ji bo perwerdeyê, alên DAÎŞ'ê yên bi destan hatin amadekirin, gelek telefon û tunelek hatin dîtin. Di operasyonên taybet de jî 31 endamên DAÎŞ'ê hatin girtin. Ji wan 2 kes bi êlekê bombeyî hatin girtin.

DEWLET XWE NADIN BER BERPIRSYARIYÊ

Tedbîrên ewlekariyê û berpirsyariya malbatên DAÎŞ'î yên li kampê bi temamî li ser milê Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê hatine hiştin. Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salane bi wezîfeya misogerkirina parastina herêmê tevdigere, ji aliyekî ve bi Kampa Holê û çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehan mijûl dibe, li aliyê din jî dibe hedefa êrîşên dewleta Tirk. Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî û ti dewlet xwe nadin ber vê berpirsyariyê. Bi taybetî zanin ku bi hezaran DAÎŞ'î ji gelek welatên cuda hatine. Ev welat ji bo wergirtina welatiyên xwe jî heta niha neketine nava hewldaneke cidî. Malbatên DAÎŞ'î ya divê bibin welatên jê hatine yan jî li dadgeheke navneteweyî bêne darizandin. Tevî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê bi salane tîne ziman jî heta niha nêzîkatiyeke bi vî rengî nehatiye nîşandan. Heta niha Rûsyayê 60 kes, Zelanda Nû kesek, Tacikistanê 30 malbat û piştre jî 100 kes, Kirgizistanê 50 malbat û 172 kes wergirtin.