HRE: Gelek leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku di çalakiyên bersivdayîna li hemberî êrîşên dewleta Tirk de gelek leşkerên Tirk û çete hatine kuştin.
HRE’yê ragihand ku di çalakiyên bersivdayîna li hemberî êrîşên dewleta Tirk de gelek leşkerên Tirk û çete hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji bo tolhildana ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya bajarê Efrînê lidar xistiye.
Her wiha da zanîn ku di wê çalakiyê de, gelek leşkerên Tirk û çeteyên wê hatine kuştin, çeperên wan hatine ruxandin.
HRE’yê diyar kir ku wê demên pêş de encam û dîmenên çalakiyê parve bike.