KURDISTAN
Ji bo rojnamevanan û saziyên çapemeniyê yên ku dixwazin daxuyaniya komek ji gerîla ya rojên bê bişopîne, navnîşan hate eşkerekirin.
HPG-NRÇ’ê nasnameya 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir û got, “Hevrêyên me her tim wê dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijîn.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta şehîdên meha Hezîranê û Alî Haydar Kaytan ê 3’ê Tîrmeha 2018’an şehîd bû bi bîr anî û got, di vê pêvajoyê de wê Tevgera Azadiyê li ser xeta şehîdan têkoşînê bimeşîne.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Apo bandorê li rêveçûna pêvajoyê dike, lawaz dike û got, divê dewlet tavilê pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bîne.
HPG-NRÇ’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got, “Em ê bibin layiqê bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd û soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.”
Hemû Nûçe
-
-
-
-
HPG’ê Soro Xizginos bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di sala 2022’yan de li Garê şehîd bû, eşkere kir û got: “Bawer kir ku li Kurdistanê serketin encex bi xeta fedayîtiyê pêkan e û timî jî bi fedayiyane têkoşiya.”
-
Sê jiyan di emrekî de tên gel hev
Her tim ber bi cihekî ve dibezin. Her tim leza wan heye. Di meşê de bi aram in û di çalakiyê de yên herî bilez in. Wan rêya bizanebûn bijartibûn, dizanîbûn wê ji ezmûnên herî dijwar derbas bibin. Hemû karê wan ew e ku dijmin ji ser axa xwe biavêjin.
-
-
-
-
Sinûr Gelawêj: Dîrok dê malbata Barzanî efû neke
Sinûr Gelawêj li ser tecrîda Îmraliyê û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê û malbata Barzanî axivî û got: “Divê gelê rojhilatê Kurdistanê bibe dengê Rêber Apo, divê em ji tu tiştî netirsin, dijmin nikare me bitirsîne.”
-
Gerîla di serketinê de bi biryar in
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiyên xwe didomînin. Gerîla bi van çalakiyên xwe ve derbeyên têkçûnê li dewleta Tirk ya dagirker didin.
-
-
-
Nasnameya 2 şehîdan hat eşkerekirin
HPG’ê diyar kir ku 2 gerîlayên YJA Starê 16’ê Hezîranê şehîd bûn û got: “Bi sekna xwe ya zelal a li ser rêgezên jinên azad, her tim ked û berdêla ku Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dane, ji xwe re esas girtin.”
-
-
-
-
Gendeliyek din a Barzaniyan derket holê
Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku niha li deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê du caran bac ji wesayîtên barhilgir tên girtin, yek ji bo Iraqê, ya din jî diçe berîka berpirsên herêmê.
-
-
-
-
YRK’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Fermandariya YRK’ê diyar kir ku 3 hevrêyên wan 14’ê Tîrmehê li Pêncewînê dema li ser erka xwe bûn, di êrîşa balafiran de şehîd bûn û got: “Em soz didin ku em ê heta dawî li ser rêya wan bimeşin û teqez xeyalên wan pêk bînin.”
-
-
Çalakiya li Mexmûrê salek li pey xwe hişt
Çalakvanên bi navê Ezîma Avyanî û Sedîq Heştanî diyar kirin ku e wê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha gotin: “Dagirkerî û xiyaneta tê meşandin jî, girêdana xwe bi tecrîdê re heye.”
-
Şervana ji Girê Cûdî hatî: Ez bi hevalên xwe re dijîm
Şervana ji Girê Cûdî hatî dibêje, “Ez bi hevalên xwe re dijîm. Ji ber ku dijmin madeyên kîmyewî bikar anî hevalên min porê xwe birîn. Porê min zêde ne dirêj bû, lê ji bo piştgiriyê min jî birî. Ev navenda rastiyan e."
-