KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Temellî: Rêya aştiya civakî bi aramiya cîranan re dibe
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got ku çareserî diyaloga bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re û bi gelên wir re pêkan dibe. -
MLKP: Em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û axa Kurdistanê biparêzin
Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst-Kurdistan (MLKP-Kurdistan) ragihand ku ew ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê axa Kurdistanê biparêzin. -
HPG: 4 wesayîtên leşkerî hatin îmhakirin
Konvoya ku kelûmelên leşkerî û dagirkeran wediguhest Qada Berxwedanê ya Sergelê ji du milan ve bi awayekî bi bandor hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî û 2 kamyon hatin îmhakirin. -
Yekîneya Şehîd Axîn Mûş 7 çalakiyên hewayî li dar xist
Yekîneya Şehîd Axîn Mûş di navbera dîroka 8 -13ê Tîrmehê de li herêma Zapê li dijî leşkerên Tirk 7 çalakiyên hewayî li dar xist. -
Dewleta Tirk bombe li Şêladizê barand, kesek hate qetilkirin
Dewleta Tirk a dagirer sînorê Şêladizê yê ser bi parêzgeha Dihokê bombebaran kir. Di encama êrîşê de kesê bi navê Osman Mîrweysiye hat qetilkirin. -
Girtî Halîl Arslan ê piştî 30 salan hat berdan bi coş hat pêşwazîkirin
Halîl Arslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê dihat ragirtin, piştî 30 salan hat berdan bi coş li ber girtîgehê hat pêşwazîkirin. -
Li Amedê dagirkerî û xiyanet hate protestokirin
DBP, TJA û DEM Partiyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kirin ku PDK şirîkatiya şerê li dijî Kurdan dike û ev êrîş li pêşiya statûya Kurdan asteng in. -
KJK: Li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê em hêvî û azadiyê mezin bikin!
Koordînasyona KJK'ê salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz kir û ev bang kir: “Li Kurdistanê li dijî faşîzm, mêtingerî û îxanetê têkoşîna hêvî, azadî û wekheviyê hîn berfirehtir bikin, xwedî lê derkevin û bi hev re biparêzin.” -
Şandeya KNK'ê çû serdana Tevgera Azadî
Şandeya KNK'ê ya bi serokatiya Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, di çarçoveya serdanên li Başûrê Kurdistanê de serdana Tevgera Azadî kir. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Kaya, piştî 6 salan radest kirin
Gerîlayê HPG’ê Mahsum Kaya di sala 2018’an de li bejahiya Şirnexê, di bombebarana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Cenazeyê Kaya piştî 6 salan radestî malbatê hate kirin. -
Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê: Werin em li hemberî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek
Komîteya Karên Derve ya PKK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku PDK li hemberî berjewendiyên gelê Kurd helwesteke xiyanetiyê nîşan dide û bang li kesê kir ku li dijî xiyanet û hevkariya PDK’ê bibin yek. -
Mela Îdrîs Jaleyî: Divê Misilman dagirkeriyê qebûl nekin
Alimê dîn ê Kurdistanê, melayê Mizgefta Kelarê Mela Îdrîs Jaleyî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got: "Her kesê ku li ser ax û welatê xwe ji bo rûmeta xwe bê kuştin şehîd e û parêzvaniyeke pîroz kiriye, li ba Xwedayê mezin şehîd e." -
HPG: Di Skorsky’a li Zapê hatî xistin de, yek jê serbaz bi giştî 12 dagirker hatin birîndarkirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê derbe li helîkoptera bi tîpa Skorsky a ayîdê Artêşa Tirk a dagirker xist. Di helîkopterê de 2 pîlot, 2 teknîsyen, efserek û 7 leşker birîndar bûn. -
Hevdîtinên Hevserokê KNK’ê didomin
Li bajarê Hewlêrê Hevserokê Giştî yê KNK’ê Ahmet Karamûs serdana aliyên siyasî yên Komehgeha Dadgerî, Partiya Parêzgeran û Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk kir û têkildarî êrîşên dagirkeriyê û mijarên yekîtiya neteweyî nîqaş kirin. -
Dewleta dagirker li Pênciwênê bombe li gundekî barand, şewat derxist
Dewleta Tirk a dagirker vê carê bombe li gundê Badîna yê li bajarokê Nalparêz a navçeya Pênciwên a Silêmaniyê barand û bû sedemê şewateke mezin. -
Dewleta Tirk bombe li gundê Guherzê barand, şewat derket
Li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê, di encama bombebarana dewleta Tirk de şewat derket. Gundiyan hewl dida şewatê vemirînin, lê hatin astengkirin. -
Dagirker li hember tarzê gerîla têk diçin
Pêşketinên li qada şer nîşan dide ku şewazê gerîla qezenç kiriye, artêşa Tirk têk diçe. -
Barzanî û îtifaqeke çaraliyî li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê!
Erk û berpirsyariya gelê me yê başûrê Kurdistanê di vê qonaxê de giran e, divê gelê me rê nede şerê xiyanet û xiyanetkaran û bertekên xwe yên demokratîk û welatparêzane û neteweyî nîşan bide. -
Nobeta li Colemêrgê di roja 12’emîn de ye
"Nobeta rêzgirtina ji vînê re" ya li Colemêrgê di roja 12’emîn de bi beşdariya komên ji Mûş û Wanê hatine berdewam kir. -
HPG: Hêzên me li qada Şehîd Delîl a rojavayê Zapê Helîkoptereke Skorsky xist
Navenda Ragihand û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku gerîlayan helîkopterek Skorsky xistiye. -
CPT: Di mehekê de 9 gund hatin valekirin û 184 malbat jî hatin koçberkirin
Tîma Avakirina Aştiya Civakî bîlançoya mehekê ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir û ragihand, “Di mehekê de 9 gund hatin valekirin û 184 malbat jî hatin koçberkirin.” -
Besê Hozat: Dewleta Tirk dixwaze li ser Rêbertiya me bazariyê bike
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku dewleta Tirk ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tawîzan dixwaze û got: “Em vê nemerdiyê red dikin. Bi tu awayî Rêbertiya me nabe mijara bazariyê.” -
Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
Leşkeran avêt ser gundê Firfelê yê Hezexê û di serdegirtina malê de Fatma û Abdullah Gul ên hevjînên hev hatin binçavkirin. -
Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê hevdîtinan dike
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li Hewlêrê serdana partiya Komunî hizba Komunîst ya Kurdistan, Zehmetkêşan ya Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan kir û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk anî rojevê. -
Gelek eşîrên Iraqî li dijî dagirkeriyê piştgirî dan PKK’ê
Gelek eşîrên Iraqî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji bo PKK’ê diyar kirin.