KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kerkûkê şehîd Soran Mame Heme hate bîranîn
Şehîdê pênûsê, Soran Mame Heme di 16’emîn salvegera qetilkirina xwe de ku bi destê PDK û malbata Barzanî hatibû qetilkirin, li Kerkûkê hate bîranîn. -
Qurbaniyên Pirsûsê hatin bîranîn: Komkujiya hevpar a dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bû
Qurbaniyên Pirsûsê yên ku bi hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê hatin qetilkirin, li Pirsûsê hatin bîranîn. -
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê hate binçavkirin
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Navendî ya Semsûrê Yûsûf Ozperçîn hate binçavkirin. -
Li Amed û Êlihê ji bo xizmên windayan daxwaza edaletê
Xizmên windayan û endamên ÎHDê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê hatin ba hev. -
Cenazeyê girtiyê 30 salan hate veşartin
Girtiyê 30 salan Mehmet Alî Yaşa yê ku dema li ber mirinê bû ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Meletiyê hatibû berdan, ji bo tedawiyê çû Fînlandiyayê û li vir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Alî Yaşa li Amedê hate veşartin. -
HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Geverê, Metîna û Zapê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin. -
Simko Sabîr: Başûrê Kurdistanê li ber rewşeke metirsîdar e
Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser başûrê Kurdistanê berdewam in. Nivîskar û çalakvanê qada Enfalê Simko Sabîr têkildarî vê yekê wiha got: “Em careke din hest dikin ku em li ber jenosîd û komkujiyê ne.” -
Nasnameya şehîdên Zapê hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: “Bi israr, xwestek û îradeya xwe ya xurt a li ser xeta fedayîtî ya Apoyî, bûn milîtanên Apoyî yên mînak.” -
‘Divê gel li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bide’
Çavdêrê siyasî Edhem Cum’e wiha got: “Tirkiye bi sedan tankan dagirkeriya seranserî ragihandiye û divê gel li dijî vê dagirkeriyê rabe û li ber xwe bide.” -
Li Qoserê ‘Mîtînga Çandiniyê’ hate lidarxistin
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di "Mîtînga Çandiniyê" de axivî û got: "Ev desthilat dixwaze cotkar û xelkê me birçî û feqîr bihêlin. Em ê li dijî vê desthilatdariya ku dixwaze we feqîr bihêle, têkoşîna xwe berfireh û mezin bikin.“ -
Bakirhan li herêma şewatê ye: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdana herêma şewatê kir û got: “Tiştên ku li gund qewimîn komkujiyek DEDAŞ’ê ye.” -
10 serokeşîrên din ên Iraqê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan
10 serokeşîrên din bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hebûna leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dan. -
PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re li hev kir
Hat ragihandin ku PDK’ê têkildarî diyarkirina walî û serokê Meclîsa Kerkûkê, bi Eniya Tirkmen re li hev kiriye. YNK’ê eşkere kir ku ew ê têkildarî Kerkûkê tawîzê nedin. -
Bi sernavê ‘Pirsgirêka Kurd, Kerkûk û Enfalê’ semînerek hat lidarxistin
Li Kerkûkê li ser rola jinên li diyasporayê ya di nasandina pirsgirêka Kurd û jenosîda Kurdan de semînerek hat lidarxistin -
KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
KNK’ê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, daxuyaniyek nivîskî da û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin. -
Sewqiyat û êrîşên dagirkeran didomin
Dewleta Tirk a ku sewqiyata xwe ya leşkerî, li Şêladizê didomîne, bombe li qada Biradostê barand. -
KCK’ê 33 têkoşer bibîr anîn: Em têkoşîna yekbûyî mezin bikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, da xuyakirin ku têkoşîna yekbûyî ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ku di xeta şehîdên Pirsûsê de pêş dikeve, faşîzma AKP-MHP’ê aniye ber hilweşandinê û bang li hemû hêzên azadîxwaz kir ku têkoşînê xurt bikin. -
Tiliyek li ser tetîkê ye ya din jî li ser tuşa REC a kamerayê ye
Hêzên profesyonel ên gerîla dema starta çalakiya xwe didin, tiliyekê datîne ser tetîkê, tiliya din jî datîne ser tuşa REC û bi kamerayan dîmenên binketina artêşa Tirk dikişînin. -
Ceylan Akça Cupolo: Divê em li welatê ku hiqûq lê nîne, xwe biparêzin
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Hîzbûllahê jinûve zindî bike û got: “Divê em li welatê ku hiqûq û ewlehî lê nîne, xwedî li qadên xwe yên jiyanê derbikevin û xwe biparêzin." -
KCK: Em Şoreşa Rojava silav dikin, girîngiyê didin diyaloga li Sûriyeyê
KCK'ê Şoreşa Rojava silav kir û bang li her kesî kir ku xwedî li şoreşê derkevin û li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nîşan bidin û got: "Em girîngiyê didin diyalog û muzakereyên li Sûriyeyê. Heke ev pêk were wê planên Erdogan vala derkevin.” -
Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û xizmeta gel bikin
Hevşaredarên Artûklûyê bertek nîşanî hecizkirina şaredariya Artûklûyê dan û gotin: "Em astengiyan nas nakin û gel bê xizmet nehêlin. Di kon de be jî em ê xizmetê bikin." -
Komîteya Ekolojiyê ya Şengalê bi gelê Serdeştê re civînek li dar xist
Endamê Komîteya Ekolojiyê ya Şengalê Xelef diyar kir ku ji bo parastina xwezaya Şengalê wê xebatên xwe bidomînin û got: ‘’Ji bo parastina ekolojiya Şegalê em ê bi gel re civînan li dar bixin." -
Eşîrên Iraqê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan: Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye
Gelek serokên eşîrên Iraqê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin; “Em banga rawestandina sûcên dermirovî yên dewleta Tirk dikin.” -
PJAK: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû çavkaniya îlhamê
Hevserokatiya PJAK'ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava de got, "Ev şoreş bûye sembol û çavkaniya îlhama azadî, jiyana hevpar û demokratîk a gelan." -
Heyeta KNK’ê bi Tevgera Goran û Waliyê Silêmaniyê re hevdîtin pêk anî
Heyeta KNK’ê ya ku li Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têkiliyên xwe yên dîplomatîk didomîne, bi Tevgera Goran û Waliyê Silêmaniyê re hevdîtin pêk anî û banga yekîtiya neteweyî kir.