KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê hevdîtinan dike
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li Hewlêrê serdana partiya Komunî hizba Komunîst ya Kurdistan, Zehmetkêşan ya Kurdistan û Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan kir û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk anî rojevê. -
Gelek eşîrên Iraqî li dijî dagirkeriyê piştgirî dan PKK’ê
Gelek eşîrên Iraqî, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştgiriya xwe ya ji bo PKK’ê diyar kirin. -
Serdana sersaxiyê ya ji bo malbata gerîlayê HPG'ê Ogmen
Ji bo gerîlayê HPG'ê Taner Ogmen (Herekol Şiyar) ku li navçeya Kerboran a Mêrdînê şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. -
Jinên Tolhildêr li Gever û Wanê li dagirkeran xistin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin li Wan û Geverê çalakî lidar xistine. -
HPG: Li ser xeta fedayîtiyê li ber xwe dan
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyên me li Bakurê Kurdistanê li ser xeta fedayîtiyê li ber xwe dan û bersiva hemû êrîşên dijmin dan.” -
Li Şirnexê ketin û derketina gelek herêman hate qedexekirin
Li Şirnexê walîtiya mêtingeriyê ketin û derketina gelek herêman qedexe kir. -
Ji milîsên YPS JIN li Geverê çalakiyên 14'ê Tîrmehê
Milîsên Şoreş Zêwkî yên YPS JIn ragihandin ku bi wesîleya salvegera berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li navçeya Geverê ya Colemêrgê çend çalakî kirine. -
Mîlîtanekî peyrewê pêşengên PKK’ê
Yek ji hezaran lehengên Kurdistanê gerîlayê HPG’ê Ernesto Che Guevara ye ku ji bo azadiya gel û welatê xwe tevî hemû şert û mercan jî bi biryardariyeke mezin heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. -
‘Xewna Erdogan a vejandina dewleta Osmanî heye’
Mamoste û karmend bertekên xwe nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr û hevkariya PDK’ê didin û dibêjin: “PDK li Herêma Kurdistanê alîkariya dewleta Tirk a dagirker dike.” -
‘Em ji ber xayîntiyê axa başûrê Kurdistanê ji dest didin’
Siyasetmedarê navdar ê başûrê Kurdistanê Mihemed Nesredîn dibêje: “Di qumara referandûmê de %51’ê axa Başûr ji dest çû, niha jî beşeke din ji aliyê Tirkiyeyê ve tê dagirkirin.” -
'Bi hevkariya dewletê û sektora taybet xwezaya Şirnexê tê talankirin'
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku li Şirnexê bi hevkariya dewletê û sektora taybet xwezaya Kurdistanê tê wêrankirin û got, "Ya ku li vir li ser kar e, hiqûqa mêtingeriyê ye." -
Dagirkeran Biradost bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Biradost bombebaran kir. -
YRK: Êrîş bi hevkariya PDK’ê û bi armanca jinavbirina destkeftiyên gelê Kurd têne kirin
YRK’ê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Pêncwênê daxuyaniyek da û got: “Divê bê zanîn ku ev tevger û êrîş ne asayî ne, di asteke bilindtir de ne û bi hevkarî û piştgiriya PDK’ê û bi armanca jinavbirina destkeftiyên gelê Kurd têne kirin.” -
Nobeta 'rêzgirtina ji vînê re': Qeyûm talan e
Li Colemêrgê koma 6’emîn nobeta “rêzgirtina ji vînê re” dewr girt. Endamê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Şaban Alkan ku gendeliyên qeyûmê teşhîr kir û got: “Qeyûm desteserkirin, talan, rant û gendelî ye.” -
Şandeya Bexdayê bi Serokê YNK'ê re hevdîtin kir
Ofîsa Ragihandinê ya Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê ragihand ku Qasim Erecî di çarçoveya lêkolînên xwe yên têkildarî dagirkera dewleta Tirk de serdana Silêmaniyê kir û bi Serokê YNK'ê yê Başûrê Kurdistanê Bafîl Talabanî re hevdîtin pêk anî. -
Li Kelarê li pêşiya xaniyê rayedarekî PDK’yî teqînek pêk hat
Li Başûrê Kurdistanê li navçeya Kelar a Germiyanê li pêşiya xaniyê Berpirsê Şaxa 22’yemîn ê PDK’ê Ekrem Salih teqînek pêk hat. -
Hizba Komunîst a Iraqê: Divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin
Sekreterê Giştî yê Hizba Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî diyar kir ku divê dawî li êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, were anîn. -
'Desthilatdarî rê nîşanî leşkerên dagirker dide'
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst berdewam e û têkildarî vê yekê çalakvan û endamên partiyan nerazîbûnê nîşan didin û dibêjin: "Desthilatdarî rê nîşanî leşkerên dagirker dide." -
Doza nûnerê KNK'ê yê li Hewlêrê hate qetilkirin careke din hate taloqkirin
Doza têkildarî qetilkirina Denîz Cewdet ê nûnerê KNK'ê, ku li Hewlêrê hate qetilkirin, careke din hate taloqkirin. -
HPG: 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin û derbe li kepçeyekê û çeperekê hate xistin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyên hewayî weşand
Gerîla TV dîmenê 7 çalakiyên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar weşand, ku ji bo bîranîna Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê hatin lidarxistin. -
Ji gora komî ya li Til Eferê hestiyên 139 kesan hate derxistin
Li Til Eferê ku li rojavayê Mûsilê ye, hestiyên 139 kesan ji goreke komî hate derxistin ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. Hate ragihandin ku kesên hatin qetilkirin Êzidî, Tirkmenên Şîa û hêzên ewlekariyê bûn. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Em soz didin ku bibin layiqê şehîdên xwe û serketinê mîsoger bikin.” -
Hêzên gerîla 7 caran ji hewayê lê dan: 5 dagirker hatin cezakirin
Yekîneyên Şehîd Dogan Zinar ji bo bîranîna Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ji hewayê 7 caran li dagirkeran dan. Di encamê de 5 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn. 2 wesayitên zirxî yên bi tîpa Kîrpî hatin îmhakirin. -
Di êrîşa li ser gundên Amêdiyê de şewat derket, mal bi temamî şewitîn
Piştî bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, li gundekî şewat derket. Malên gundiyan tune bûn.