JIN
Hemû Nûçe
-
Bayram: Em ê serhildana xwe li qadan mezin bikin
Çalakvana TJA’yê Halîme Bayram diyar kir wê qetilkirina Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel ji xwe re bikin hinceta serhildanê û got “Em ê vê serhildanê li qadan mezin bikin.” -
RAJIN: Têkoşîna heqîqetê ji Gûrbeteliyan heta bi Nagîhanan her mezin dibe
RAJIN'ê Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku bi sekna Gûrbetelî û Nagîhanan wê bersivê bidin her cûre êrîşên topeykûn ên qirker û faşîst.li dijî êrîşên topyekûn ên qirker û faşîst, wê bi sekna Gûrbetelî û Nagîhanan bersivê bidin. -
Jin li Berlînê ji bo Nagîhan û Jîna meşiyan
Li Berlînê bi hezaran jin daketin qadan û gotin, "Li hemberî sîstemên faşîst ên ku ji Nagîhan û Jînayan ditirsin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin." -
Li Kassel û Offenbachê qetilkirina Akarsel û Emînî hat protestokirin
Li bajarê Kassel û Offenbachê, qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarsel û Jîna Emîniyê bi çalakiyan hate protestokirin. Di çalakiyan de hate gotin ku faşîst ji têkoşîna ji bo azadiya jinan geş dibe û ji jinan ditirsin. -
Nagîhan Akarsel li Barcelonayê hate bîranîn
Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li paytexta herêma Katalonya Barcelonayê hate bîranîn. Di bîranînê de soza şopandina rêya Akarsel hate dayîn. -
Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan nivîskara jin a Fransî
Xelata Nobelê ya Wêjeyê îsal ji nivîskara Fransî Annie Ernaux re hate dayîn. -
RSF: Dengê femînîsteke Kurd hate birîn
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) qetilkirina Edîtora Kovara Jinelojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û got: “Dengê femînîsteke Kurd hate birîn.” -
YJA Star: Şehîdên jin ên çapemeniya azad çavkaniya me ya hêzê ne
YJA Star: Kesên li ser şopa Gûrbetellî meşiyane, rastiyên mêtingeriya li Kurdistanê nîşanî civakê dane. Şehîdên jin ên çapemeniya azad a ku meşaleya ronî ya rêya heqîqetê ne, çavkaniya me ya moral û hêzê ne. -
Kurd ji bo Akarselê daketin qadan: Dê jin hesabê vê qetilkirinê bipirsin! - HATE NÛKIRIN
Ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li gelek bajarên welatên Ewropa çalakî û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ peyama têkoşînê hat dayîn. -
Jin ji bo Akarselê daketin qadan
Li bajarê Darmstadtê jin bi boneya protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê daketin qadan û bi awazên berxwedanê qetilkirina Akarselê protesto kirin. -
Qetilkirina Akarsel li Hambûrgê hat protestokirin
Meclîsa Jinan a Rojbîn ji bo Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li ber Balyozxaneya Tirk a li Hambûrgê çalakiya protestoyî lidar xistin. -
MLKP/KKO: Sûîkasta li Akarselê li dil û mêjiyê jinan hat kirin
MLKP/KKO‘yê bertek nîşanê qetilkirina Nagihan Akarselê da û got: “Sûîkasta li Nagihanê, li dil û aqlê jinan hatiye kirin.“ -
Qetilkirina Akarselê li gelek bajaran hate protestokirin
Ji bo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Kovara Jineolojiyê: Em banga mezinkirina mîrateya Nagîhan dikin
Kovara Jineolojiyê got, "Em bang li hemû jinên şoreşger ên cîhanê dikin ku xwedî li mîrateya ku Nagîhanê dewr girtibû derkevin û ji bo ku kujerên wê bên eşkerekirin û darizandin têbikoşin." -
'Ji bo Nagîhan Akarsel hesab bipirsin dakevin kolanan!'
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê got, "Em bi lezgîn ji bo Nagîhan Akarsel li kolanên Ewropayê dakevin qadan û hesab bipirsin." -
Bi vegotina Abdullah Ocalan ‘Jin, jiyan, azadî’
‘Di dîroka gelê me de peyva jiyan û jinê yek e. Lê a niha em dibînin ku bûne du peyvên dijberî hev. Em dixwazin vê ferqa di navbera wan de ji holê rakin. Em êdî jin û jiyanê dîsa dikin yek.” -
TJKN-Rûsya: Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, wê hesab bidin
TJKN-Rûsyayê kuştina Nagîhan Akarsel şermezar kir û bi gotina "Her bêdengî hêzê dide dijmin" bang li gelê Kurd kir ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk a dagirker helwestê nîşan bide. -
SMJÊ ji bo Nagîhan Akarsel banga tevlîbûna li çalakiyan kir
SMJÊ qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, "Bila dijmin qet bawer neke ku jinên berxwedêr ên Başûrê Kurdistanê bi van êrîş û kuştinan bitirsîn. Jin xwedî vîna azad e, wê ti carî li hemberî sîxur û xiyanetkaran serî netewînin." -
Îpek: Civak wê bi destê jinê bê guhertin
Endama Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpek destnîşan kir, hêza ku civakê bi rengekî wekhev û azad biguherîne jin e. -
YJAD: Kujerên Nagihanê ji welatê xwe derbixin!
YJAD’ê bi daxuyaniyek nivîskî qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê şermezar kir û got: “Sûcdaran darizînin û ji axa xwe derbixin. Dev ji hevkariya hesab û bazariyên qirêj berdin.“ -
AKDM: Hûn nikarin têkoşîna ji bo azadiyê ya jinan bi qetlîaman asteng bikin
ADKM'ê diyar kir ku Nagihan Akarsel yek ji pêşengên têkoşîna ronîkirina rastiya jinê ye û got: "Ala têkoşîna azadiya jinê ya di destê hevrê Nagihan de di destê bi milyonan jinan de li ba dibe." -
Polîsan êrîşê çalakiya protestoyî ya li Kadikoyê kir
Girseya ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê li Kadikoyê hat ba hev, rû bi rûyê êrîşa polîsan bû. Gelek kes bi êşkence hatin destgîrkirin. -
Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Nagihan Akarselê daketin qadan - HATE NÛKIRIN
Kurdistaniyên li gelek navendên Ewropayê hatin ba hev, qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê protesto dikin. -
‘Em ê xwedî li sekna jin jiyan azadî ya Nagihanê derbikevin’
Jinên Amedî ku qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê protesto kirin, diyar kirin ku wê çanda berxwedanê ya Akarselê, bi ronakbîriya jinan dewam bike. -
Li Silêmaniyê qetilkirina Nagihan Akarsel hate protestokirin
Jinan li bajarê Silêmaniyê qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel protesto kir û xwest bûyer were ronîkirin.