Jin ji bo Akarselê daketin qadan

Li bajarê Darmstadtê jin bi boneya protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê daketin qadan û bi awazên berxwedanê qetilkirina Akarselê protesto kirin.

Li Kurdistanê û seranserî welatên Ewropayê qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarselê bi çalakî û xwepêşandanan tê protestokirin. Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozayê jin daketin qadan û mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de wêneyê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel û alên tevgerên jinan hatin hildan. Jinan di mîtîngê de timî dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ berz kirin.

Di mîtîngê de daxuyaniyên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) hatin xwendin. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku di van rojên ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” veguheriye felsefeyek a pêşengiyê ji şoreşa jinan a cîhanê re dike de, ev qetlîam netesaduf e. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst bi van sûîqestan hewl dide ku tolê bistîne û banga piştevaniya mil bi mil hat kirin.

Herî dawî hate gotin ku kujer û zîhniyeta wan a qirêj ancax bi têkoşîneke xurt û rêxistinkirî dikare were têkbirin.

Mîtîng bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.