Kurd ji bo Akarselê daketin qadan: Dê jin hesabê vê qetilkirinê bipirsin! - HATE NÛKIRIN

Ji bo protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li gelek bajarên welatên Ewropa çalakî û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ peyama têkoşînê hat dayîn.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel duh li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Bi mebesta protestokirina qetilkirina Akarselê, li gelek welatên Ewropayê Kurd daketin qadan û peyama têkoşînê dan.

TORONTO

Kurdistaniyên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, bi pêşengiya Komuna Jinên Azad a Sara û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê, ji bo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a hat qetilkirin çalakiyek li dar xistin. Girseya gel wêneyê Nagihan Akarsel û Jîna Emînî ya li Îranê ji aliyê “Polîsên exlaq“ ve, alên TJK-E û dowîzên li ser “Jin jiyan azadî“ nivîsandî hildan. Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Di çalakiyê de girseya gel bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", "Bimre xiyanet", "Şehîd namirin", "Tirkiye ji Kurdistanê bicehime ", "Îran ji Kurdistanê bicehime“, "Iraq ji Kurdistanê bicehîme“, "Sûriye ji Kurdistanê bicehîme“ berz kirin. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û hate ragihandin ku li tevahiya Kurdistanê jin bi êrîşên nemirovî yên pergala serdest a mêr hatine qetilkirin û ev tişt hate gotin: "Ev êrîş di şexsê Nagihan de êrîşeke hovane, xayîn a dewleta Tirk e. li dijî azadiya jinên Kurd. Zîhniyeta ku Jîna Emînî û Nagihan qetil kir, heman zîhniyeta qirêj e. Guleyên bera Nagihanê dane li hemû jinên Kurdistan û Cîhanê ketin. Em jin dê ji vê yekê berpirsyar bin. Dîktator ji jinên Kurd ditirsin. Em soz didin ku em ê bi şîara ‘Jin jiyan azadî’ timî li ber xwe bidin û têkoşîna Nagihan li dijî van polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk û serwerên Kurdistanê bi taybetî li dijî jinên Kurd bilind bikin.”

Çalakî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

GIESSEN

Li bajarê Giessen ê Elmanyayê jî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Bimre xiyanet" û “Kujer Tirkiye“ bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Navendek din a çalakiyên Kurdan bajarê Saarbrucken ê Elmanya bû. Girseya gel qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel bi daxuyaniyekê protesto kir.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şîrim Elemhulî li ber Europa Galeriee hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Nagihan Akarsel, alên TJK-E û KJAR hatin hildan.

Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

DÛISBÛRG

Li bajarê Dûisbûrg ê Elmanyayê jî bi boneya protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê mîtîngek hate lidarxistin.

Jin, gelê Kurdistanê û dostên wan ên ku bi banga Meclîsa Jinê ya Yukselê ya Asyayê hatin ba hev, diyar kirin ku berpirsyarê komkujiya qirêj tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê jî rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ye.

Mîtîng bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê başûrê Fransayê jî Kurdistanî li dijî qetilkirina, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê daketin qadan û çalakî li dar xistin.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî Kurd û dostên wan bi boneya protestokirina qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyê Akarselê hate hildan û dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ hat berzkirin.

AARAU / LÛZERN

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Lûzern û Aaraûyê yên Swîsreyê dijîn jî li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê daketin qadan û çalakî li dar xistin.

Çalakger li qada Bahnhofplatzê hatin ba hev û ewilî ji bo giyanê şehîdan rêz girt. Li vir ewilî Hevseroka Meclîsa Gel a Mehmet Tûnç Seda Can axivî. Can diyar kir ku ew êrîşa hovane şermezar dikin û got: “Em jinên Kurd tu carî serî li ber vê êrîşa hovane natewînin. Em ê kevneşopiya berxwedanê ya ku ji Sarayê wergirtiye bidomînin. Em qetilkirina jina Kurd li Kurdistanê qebûl nakin. Yên ku difikirin ku bi vê êrîşê me bitirsînin dê bibînin ku xelet in. Em ê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî‘ têkoşînê berfireh bikin."

Kurd û dostên wan ên li bajarê Lûzernê dijîn li qada Helvetiaplatzê hatin ba hev û qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê protesto kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê hat xwendin de, hate destnîşankirin ku êrîşên li ser têkoşîna jinên Kurd ev demeke dirêje dewam dikin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em ê bersiva van hemû êrîşên hovane bi bilindkirina têkoşîna jinan bidin. Ev têkoşîn bi salane bi bedelên giran hatiye heta roja îro. Îro bûye hêzeke ku bandorê li hemû cîhanê dike. Yên ku difikirin ku bi qetilkirina hevalên me dikarin me bitirsînin, wê şaş bin. Em ê li hemberî hemû êrîşan têkoşînê xurt bikin û ala hevrêyên xwe dewr bigrin.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

KOPENHAG

Kurdistaniyên li paytexta Danîmarka Kopenhagê dijîn, bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd li qada Rådhus mîtîngek li dar xistin. Piştî rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên dagirker ên faşîst bi taybet li dijî kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Jinê sûîqest pêk anîne û hate gotin ku şervanên Tevgera Azadiya Jinên Kurd ên leheng wê li ser şopa wan bimeşin û ala wan ya azadiyê bilind bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.

STOCKHOLM

Jinan ji bo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a duh li bajarê Silêmaniyê hat qetilkirin, li paytexta Swêd Stockholmê çalakiya protestoyî li dar xist. Kurdistanî û dostên wan bi banga Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê li ser rêya herî qelebalix a bajêr hatin ba hev. Aktîvîsta hawirdorê ya navdar Greta Thunberg û hevalên wê jî piştgirî dan çalakiyê. Çalakgeran dowîzên li ser “Firotina çekan a ji Tirkiyeyê re rawestînin” hildan.

Greta Thûnberg a dovîza “Firotina çekan a ji Tirkiyeyê re rawestînin” hilgirt wiha got: “Em îro ji bo piştgiriya têkoşîna gelê Kurd a rewa hatin vir. Qetilkirina jinan a bi vî awayî ne nû ye, lê bi vî awayî şermezar kirin girîng e. Tiştên li Îranê diqewimin di rojeva hemû cîhanê de ye û ev tiştek erênî ye. Têkoşîna ku em li qadên cuda didin ji hev ne qut in û Kurdên ku têdikoşin pir bi wêrek in. Em ê timî li gel wan bin. Di roja me de dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ li her dera cîhanê têkoşîna gelê Kurd û berxwedana jinan vedibêje û dide nasandin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.