Navenda Çapemeniya YJA Starê bi wesîleya salvegera şehadeta Gûrbettellî Ersoz daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di salvegera şehadeta Gûrbettelî Ersoz de ya ku rojnamevaneke şoreşger e û di warê afirandina kevneşopiya çapemeniya azad kedeke wê ya mezin heye, em wê bi rêzdarî û hezkirineke bêdawî bi bîr tînin. Dema ku em şehîdên xwe yên jin ên çapemeniyê yên li ser şopa rêya heqîqetê ya Gûrbetteliyan bi bîr tînin, ji ber girêdana bîranîna wan em soza xwe dubare dikin ku em ê xeta çapemeniya azad bilindtir bikin.
Di salên 90’î de dema ku mirov ji bo gelê Kurd xebateke polîtîk û siyasî bike, ev tişt sûcekî mezin bû, Gûrbettelî Ersoz li Tirkiyeyê peywira desteya rêveberiyê ya rojnameya Ozgur Gundemê bi cih anî, ew bûye dengê wêrek ê gel û bûye semboleke girîng a pêşengtiya jinan. Wê guhê xwe ji qîrînên azadiyê yên gel re negirtiye, bi berpirsyariyeke mezin a ronakbîriyê, nêzî pirsgirêka azadiyê bûye û bûye dengê qîrîna azadiyê ya gelê Kurd. Ji ber ku li qada Tirkiyeyê rojnamevanî kiriye faşîzma TC’yê ew girtiye û piştî ku hate berdan wê helwesta xwe ya şoreşgerî ya mezin li qada Rêbertî pêk aniye. Li vir di warê pirsgirêka çînê, pirsgirêka netewe û zayendî de bîreke fikrî ya girîng bi dest xistiye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Gûrbettelî Ersoz a ku rojnamevaneke şoreşger lêhûrbûnên wê yên xurt ew li ser xeta jina azad kûr kiriye û di nav xebatên endamtiya navendî ya YAJK’ê de cih girtiye, di warê şerê azadiyê ya gelê Kurd de û di warê têkoşîna azadkirina jinê de, mîsyoneke mezin wergirtiye. Ew wekî endameke navendî ya YAJK’ê li ser têkoşîna xwe ya şoreşgerî bû, di 7’ê Cotmeha 1997’an de tevî komek jinan dema ji qada Zapê derbasî qada Garê dibû li Geliyê Sergelê şehîd bû.
Li ciha ku heval Gûrbettellî Ersoz şehîd bû, îro bi hezaran milîtanên azadiyê li hemberî kesên ku berê gelê Kurd didin şerê biratiyê, bi fedaî li ber xwe didin û şerekî mezin ê azadiyê dimeşînin. Li hemberî hewldanên kesên li ser xeta îxanetê, meşa Gûrbetteliyan tu carî nehatiye sekinandin. Berevajî wê kesên li ser şopa Gûrbettelî dimeşin, bi pênûs û kamerayên xwe rastiyên mêtingeriya li Kurdistanê rastî civakê dane. Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Hindistan Penaber, Zelal Sîdem, Ekîn Van, Jiyan Amargî û bi dehan hevalên jin her yek jê wekî şervanên mezin ên heqîqetê, lîstikên qirêj ên şerê taybet deşîfre kirine. Heke Nûjiyan Erhan belge nekira ku pêşmergeyên PDK'ê çawa Şengal teslîmî DAÎŞ’ê kirine, şerê taybet wê civaka me ya Êzidî ker, kor û lal bihişta. Heke Jiyan Amargî gerîlayên Botanê nexista kadraja xwe, wê şerê taybet a TC’ya mêtinger û faşîst, bi operasyonên xwe yên psîkolojîk gel manîpule bikira. Ji Sakîne Cansizan heta Gulnaz Karataşan, ji Mîne Çelebiyan heta Gûrbettelî Ersozan, ji Denîz Firatan heta Arjîn Amedan, ji Şîlan Arasan heta Hebûn Azadan, ji Avaşîn Irmakan heta Rojînda Adalaran, ji Sarya Onûran heta Tamara Zînan, ji Armanc Goşkaran heta Jiyan Amargiyan, ji Gulnaz Egeyan heta Amara Ronahiyan şehîdên jin ên çapemeniya azad, bûne çav, guh, dil, aqil û wijdanê rastiya şoreşê. Ew bi têkoşîna xwe ya heqîqetê bûne helwesta bi rûmet û rûspî ya jinên Kurd. Şehîdên jin ên çapemeniya azad, li ser rêya heqîqetê berdêl dane û wan bûye rêgezên rastîn ên çapemeniyê.
Tevgera Azadiya Kurd li dijî dîroka serdest a ku ji roja destpêkê ve hebûna gelê Kurd înkar kiriye, ketiye nava têkoşîneke mezin. Ji bo rastiya Kurd di dîrokê de cihê xwe yê layîq bigire, bi hezaran têkoşerên heqîqetê fedakirina canê xwe weke rûmet dîtine. Ger îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye hêza pêşeng, ev bi saya berdêlên mezin bûye. Bi hezaran cangoriyên azadiyê yên di xeta çapemeniya azad de têdikoşin, ji bo eşkerekirina xiyaneta dîrokî ya li hemberî gelê Kurd rolek girîng lîstine. Dema pêwîst bû bi pênûs û kamerayên xwe û dema pêwîst bi çekên xwe têkoşîna heqîqetê domandin. Di vê wateyê de jinên şehîd ên çapemeniya azad hêza vejînê ya heqîqetê ne. Jinên şehîd ên çapemeniya azad lêgerînerên heqîqetê ne ya li van xakan hatiye windakirin. Şehîdên jin ên çapemeniya azad, nûnera xurt a hişmendiya azadiya jinê û îspata îradeya pêkan a jinê ne. Di vê wateyê de kevneşopiya çapemeniya azad mîrateya kedên mezin e. Berevajî çapemeniya klasîk ku tenê bûyerên rojane dişopînin, çapemeniya azad ji hemû saziyên demokratîk ên bindestan a herî girîng e ku hêza xwe ji perspektîfa dîrokî ya bindestan digire. Bi vê hişmendiyê em bi îdîayê ku di xeta jinê ya çapemeniya azad de kûrtir bibin û bibin xwedî pratîkek ku layiqî jinên şehîd ên çapemeniya azad.
Şehîdên jin ên çapemeniya azad, meşaleya geş a rêya heqîqetê, di serkeftina şerê me yê heqîqetê de moral û hêza me ya sereke ne. Wan di şert û mercên herî dijwar de şoreşgerî dikirin, dest ji kamera û pênûsên xwe bernadin. Wan bibîranîn û xwedî li nirxên ku wan afirandine derketin, meşa me hîn xurtir dike. Em bi saya têkoşîna wan hene. Ji bo rastiyê canê xwe dan. Û îro bi dehan saziyên çapemeniyê li çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi rengê jinê weşanê dikin û têkoşîna jinê ji hemû cîhanê re radigihînin. Hem di têkoşîna gelê Kurd de rastiyan ji civakê re ragihînin, hem jî di têkoşîna zayendî de xweragihandina jinê û eşkerekirina vîna xwe, keda şehîdên me nayê jibîrkirin.
Şehîdên me nûnerên rasteqîn ên başî, xweşikî û heqîqetê ne û bingeha têkoşîna me ne. Naskirin, bibîranîn û jibîrnekirina wan, hevdîtina jina azad a bi rastiya dîroka têkoşînê re ye. Li ser vê bingehê em ê her tim ronahiya têkoşînê şehîdên xwe bi bîr bînin û em ê ti carî ji rêya heqîqeta ku nîşanî me dane, dernekevin. Em soza xwe ya ji bo zindîkirina wan di têkoşîna xwe de dubare dikin, em biryar û israra xwe tînin ziman ku em ê israra xwe ya bilindkirina ala wan di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidomînin."