Bayram: Em ê serhildana xwe li qadan mezin bikin

Çalakvana TJA’yê Halîme Bayram diyar kir wê qetilkirina Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel ji xwe re bikin hinceta serhildanê û got “Em ê vê serhildanê li qadan mezin bikin.”

Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Halîme Bayram derbarê êrîş û qetlîamên li ser jinên Kurd ji ANF’ê re axivî.

Bayram diyar kir piştî ku li Îranê Jîna Emînî hate qetilkirin jinan li hemberî rejîma mêrserwer a despot serhildana xwe geştir kirine û bal kişand ser vî tiştî ku hemû beşên civakê û jin tevlî vê serhildanê bûne. Bayram diyar kir ku ji bo vê berxwedanê bêdengî çênebûye û ev jî ji bo berxwedanên civakî cesareteke mezin e.

‘JINÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ PERGALÊ RED DIKIN’

Bayram diyar kir berxwedana ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo jinan tê wateya ku ew pergala mêrserwer qebûl nakin û got “Di dîroka berxwedanê ya jinan de, jin her dem li ser xwe bûne, dev ji serhildana xwe bernedane, jinan nasnameya makbûl û makûl tu carî qebûl nekirine û ev tişt bi saya berxwedêriya jinan tê zanîn. Dema em li rastiya jinan dinihêrin a ku li qadan her dem diqîrin, em ê bibînin ku wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan. Ji vê saetê şûnde wê berxwedana têkoşîna mafdar li her qadê bênavber bidome. Derket holê ku temenê îdeolojiya mêrserwer jî wekî ta zirav bûye. Sedema hebûna tevgera jinên Kurd li ser esasê azadiya jinan e. Ev pêkhate bi ‘Bi jina azad ber bi civaka azad ve’ hebûna xwe ava kiriye, civakî bûye û roj bi roj mezin dibe, xwe digihîne hemû jinên dinyayê û zilma li ser jinên dinyayê ji xwe re dike derd. Heta îro li hemberî qetilkirina jinan bêdeng nemaye, kuştina her jina ku hatiye qetilkirin ji xwe re kiriye serhildan û têkoşîna rêxistinkirî ya jinan geştir dike.”

‘JINEOLOJÎ BÛ HEDEF’

Bayram bi bîr xist ku Endama Navendî ya Lêkolînê ya Jineolojiyê û Akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmehê de li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’ê û hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê hate qetilkirin. Bayram got “Nabe ku mirov Nagihanê ji nasnameya wê ya Kurd û jinbûnê cihê binirxîne. Ew endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê bû, rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedar bû. Ligel van nasnameyên xwe nasnameya wê ya herî pîroz ev bû ku wê jiyana xwe dabû têkoşîna azadiya jinan. Êrîşa li ser Nagihanê tê wateya êrîşa li ser zanist, têkoşîn, ruhê berxwedêr û berxwedana geş a jinên Kurd. Di şexsê Nagihanê de ev êrîş bi destê pergala mêrserwer li hemberî şoreşa jinan hatiye kirin.”

EM Ê HÊRSA XWE VEGUHERÎNIN BERXWEDANÊ

Çalakvana TJA’yê Halîme Bayram diyar kir ku bi mezinbûna dîroka berxwedanê ya jinan wê Nagîhan Akarsel jî mezin bibe û got “Wê jnên Kurd têkoşîna Nagihanê bidomîne û ew ê vê hêrsa xwe veguherîne berxwedana rêxistinkirî. Nagîhan û Jîna wê bibin sedema serhildana me.”