Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

RAJIN: Têkoşîna heqîqetê ji Gûrbeteliyan heta bi Nagîhanan her mezin dibe

RAJIN'ê Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku bi sekna Gûrbetelî û Nagîhanan wê bersivê bidin her cûre êrîşên topeykûn ên qirker û faşîst.li dijî êrîşên topyekûn ên qirker û faşîst, wê bi sekna Gûrbetelî û Nagîhanan bersivê bidin.

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) bi wesîleya Roja Rojnamevaniya Jinên Kurd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jinên têkoşer, ronakbîr û pêşengên şoreşa jinê, Gurbeteli Ersoz û Nagîhan Akarsel li ser şopa heqîqetê bi felsefeya 'JIN, JIYAN, AZADÎ' dest bi meşa azadiyê kirin. Bi bawerî û hêviyeke mezin bîrdoziya azadiya jinê xistin meriyetê. Di dîroka azadiya jinê de ew bûn pêşeng, lêgerînvan û dilsozên mezinkirina şoreşa jinê."

XETA RAGIHANDINA AZAD BI BERDÊLÊN GIRAN HATE AFIRANDIN

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Em di şexsê şoreşger, rojnamevan û pêşenga xeta azadiya jinê Gurbeteli Ersoz û Nagîhan Akarsel de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Li ber heqîqet û keda wan bejna xwe ditewînin û soza domandina têkoşînê nû dikin. Roja rojnamevaniya jinên Kurd ku bi têkoşîna Gurbetan û Nagîhanan ava bû, li tevahî jinên Kurdistanê û jinên li ser şopa heqîqetê têkoşînê dimeşînin pîroz dikin. Em ê bi bawerî, zanebûn û îradeya Gurbeteli û Nagîhanan, li ser şopa heqîqetê bimeşin. Di ragihandina rastiya şoreşa jinê de bi israr bin, bibin deng û pênûsa fikir, hêvî, bîrdozî û tekoşîna jinên berxwedêr û dildarên azadiyê.  

Ragihandina Azad a jinên Kurd, li ser xeta hevrê Gurbeteli û bi sedan rojnamevanên jin ên ku li ser şopa heqîqetê têdikoşiyan ava bû. Li hemberî hişmendiya ragihandina mêr-dewletê, li hemberî berovajîkirina rastiya jin-civakê, li hemberî dagirkerî û qirkirinê, ragihandina azad a jin bû dengê tekoşîna jinên şoreşger û berxwedêr. Ragihandina azad li ser xeta azadiya jin ava kir û rêxistiniya xwe pêşxist. Xeta ragihandina azad ji Gurbeteliyan heta Nagîhanan bi têkoşînekî bênavber, bi nirxên mezin û bi berdêlên giran hat afirandin. 

DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ RAGIHANDINA AZAD ÊRÎŞÊN TOPYEKÛN DAYE DESTPÊKIRIN

Şoreşger, Rojnamevan û Akademisyena navenda lêkolînên Jineolojî Nagîhan Akarsel, li ser xeta Gurbeteliyan û heqîqeta jinên berxwedêr li Bakurê Kurdistanê demeke dirêj cihê xwe di nav ragihandina azad de girt. Li hemberî her cûre zext û êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe da. Ragihandina rastiya hovîtiya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê wekî erkekî dîrokî dît. Bi vê zanebûnê xebatên ragihandinê meşand û di pêşxistina wê de rolekî pêşeng leyîst. Hem di xebatên ragihandina azad de û hem jî di zanista jinê de hafîze û xezîneyekî ya lêkolînan li pey xwe hişt. Ji bo xwe bigihîne van lêkolîn û zanînan xebatekî fikrî da meşandin. Bi heskirina jin, bi bawerî û hêviya jin ber bi heqîqet û zanista jinê ve meşiya. Ji bo zanista jinê berbelavî tevahî jinên cîhanê bike, lêkolîn û danehevên girîng pêşxistin. Bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ji bo projeyên xebatên zanista jin Jineolojî jiyanî bike û bi jinan re parve bike ji akademiyan bigre heya dibistan û malên jinê veguherand navendên zanista Jineolojî. Bi hezaran jin li ser zanîna zanista Jineolojî perwerde kirin. 

Dewleta Tirk ya qirker çawa ku di 7’ê Cotmeha sala 1997’an de hevrê Gurbeteli şehîd xist, di roja îro de jî bi heman zihniyetê li hemberî gelê Kurd, tevgera azadiyê û bi taybetî jinên pêşeng yên şoreşa azadiya jinê dijminahiya xwe berdewam dike. Bi palpiştiya hêzên hegemonîk û hevkariya Kurdên xiyanetkar rêbazên herî hovane êrîşên li dijî şoreşger, pêşeng û têkoşerên jinê didomîne. 

PÎVANA ME YA BERSIVDANA LI ÊRÎŞAN WÊ BI SEKNA GURBETELÎ Û NAGÎHANAN BE

Di vê dema êrîşên qirkirinê berdewam dikin de, dewleta Tirk ya dagiker li hemberî ragihandina azad êrîşên topyekûn daye dest pêkirin. Bi girtin, cezadayîn û astengkirina şopandina rastiyan dixweze ragihandina azad bê deng bike. Lê wê ev êrîş nikaribin me bêdeng bikin. Wê pîvana me ya bersiv dayîna van êrîşan sekna Gurbeteli û Nagîhanan be.  

Li hemberî van êrîşên qirker û hovane zanekirina her jinekê ji bo me erkekî dîrokî ye. Bi zanîn û zanista Nagîhanan, bi kûrbûn û nêrîna şoreşgera pêşeng Gurbeteliyan em ê pîvanên ragihandina azad pêşbixin û rêxistiniya xwe mezin bikin. Hişmendiya zilam ya zayendperest, olperest, zanistperest û mêtînger hilweşînin. Paradîgma Demokratîk Ekolojîk û azadîxweziya jinê belav bikin. Li ser xaka Rojhilata Navîn, Netewa Demokratîk ava bikin, azadiya jin û civak mayînde bikin. Ji bo ku sedsala 21’emîn bibe serdema azadiya jin, li ser vê xetê ji bo pêşxistina xebatên zihnî têbikoşin.   

Dewleta Tirk a qirker û hemû dewletên serdest bi rêya çapemeniyê desthilata xwe didomînin. Li ser berovajîkirina rastiyan her cûre kiryarên dermirovî li hemberî jinan û civakê di ser ragihandinê re servîs dikin û hewl didin mirovahiyê bi derewên xwe bidin bawer kirin. Li hemberî çapemeniya desthilatdar a mêr-dewletê pêşxistina ragihandina azad a jin, ji bo her jinê tolhildanekî herî manîdar e. Ji bo vê jî tekoşîn û berdêlekî mezin tê xwestin. Wekî ragihandina azad em ê li hemberî van êrîşên qirker, zihniyeta faşîst û bîrdoziya pergala mêrsalar di têkoşîn û ragihandina rastiyan de gav paşde neavêjin. 

Têkoşîna heqîqetê ya ji Gurbetan heta Nagîhanan kêlî bi kêlî berdewam dike û mezin dibe em ê, xwedî lê derbikevin. Li ser şopa wan, lêgerîna azadiyê kûr bikin, bi cîhanîna hêviyên jinên berxwedêr tolê ji dewleta Tirk ya faşîst û pergala mêr-dewletê hilînin. Bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' bi bîr û baweriya; wê rastî tu carî di tariyê de nemînin, tekoşîna Gurbeteli, Nagîhan û bi hezaran şopdarên heqîqetê îro dewrî me kirî bi biryar û îsrarekî mezin heta mîsogerkirina şoreşa jinê bimeşînin.

Li ser vî bingehî em carekî din pêşenga xeta ragihandina azad û şoreşgera tevgera azadiya jin hevrê Gurbeteli, heqîqetvana zanista Jineolojî Nagîhan Akarsel, di şexsê wan de tevahî şehîdên meha Cotmehê û şehîdên ragihandina azad bi heskirin, bêrîkirin û rêzdarî bi bîr tînin."