Qetilkirina Akarselê li gelek bajaran hate protestokirin

Ji bo endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel ku li Silêmaniyê hat qetilkirin, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel duh li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Bi mebesta protestokirina qetilkirina Akarsel, li gelek bajaran jin daketin qadan û peyama têkoşînê dan.

RIHA

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina qetilkirina Akarsel çalakî li dar xist. Jinên ku li pêşiya Rêxistina HDP’a Rihayê hatin ba hev, wêneyên Akarsal rakirin û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” ber bi Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliye ya Rihayê ve meşiyan. Di heman demê de Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, pêkhateyên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê, Platforma Jinan a Rihayê û gelek welatiyan jî piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyê de dovîzên “Jin jiyan azadî” hatin vekirin û Endama Meclîsa Partiyê (PM) a HDP’ê Sevda Elîk Ozbîngol axivî. Ozbîngol, qetilkirina Akarsel şermezar kir û soz da ku dê xwedî li têkoşîna wê derkevin.

Daxuyanî dirûşma “Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

SEMSÛR

Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê jî bi heman boneyê daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya HDP’a Semsûrê hat dayîn û rêveberên DBP’a Semsûrê û Partiya Çep a Kesk jî piştgirî dan. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Em êrişên li dijî tekoşîna jinan qebûl nakin” hatibû daliqandin. Di civînê de endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Semra Karadag axivî û got: “Em ê tenê yek saniyeyê jî dev ji têkoşîna azadiyê ya jinan bernedin û pênûsa Nagihanê li erdê nehêlin. Li dijî tundiya li dijî jinên Kurd tê pêşxistin, em banga mezinkirina piştevanî û têkoşîna azadiyê dikin.”

Civîn, bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

HATAY

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antakyayê jî li pêşiya avahiya HDP’a Hatayê bi daxuyaniyekê qetilkirina Akarsel protesto kirin. Di daxuyaniyê de gelek jin amade bûn. Di daxuyaniyê de endama Meclîsa Jinan a HDP’a Hatayê Seher Cevheroglû bertek nîşanî qetilkirina Akarsel da û got: “Divê kesên dijminatiya têkoşîna jinan dikin baş bizanin ku em ê bi ruh û mîrasa Nagihanê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”

Her wiha Rêxistina HDP’a Îskenderûn a Hatayê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek kes amade bûn û ji rêveberên HDP’a Îskenderûnê Fîdan Durmuş axivî. Durmuş da zanîn ku dê hesaba qetilkirina Akarsel bipirsin û wiha domand: “Em ê pergala demokratîk ku azadiya jinan tê de serwer teqez ava bikin. Soza me ya ji bo Nagihanê, mezinkirina têkoşînê ye. Em ê pênûsa wê, dengê wê û hêviyên wê nîvco nehêlin.”

QERS

Li Qersê jî TJA’yê bi heman boneyê li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li gel Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, her wiha gelek partiyî jî amade bûn. Di daxuyaniyê de Orhan anî ziman ku Akarsel yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinan bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev rejîmên yekperest, zayendperest û faşîst; li dijî kesên dengê xwe bilind dikin, îtîraz dikin, azadî û wekheviyê diparêzin û bi taybet jî têkoşîna azadiyê ya jinan didin her tim bêtehemûl in. Lewma guleyên li Nagihana ku bi xebatên xwe yên Jineolojiyê re bûbû dengê jinan hatin xistin, li hemû jinan hatine xistin. Dê pênûsa wê li erdê nemîne û ji têkoşîn û sekna wê jî tawîz neyê dayîn.”

Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

COLEMÊRG

Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî têkildarî mijarê li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Gelek endamên partiyê di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka Navçeya Navendî ya HDP’a Colemêrgê Sînem Seven diyar kir ku dê li dijî kesên dixwazin jinan bêdeng bikin û bitepisînin paşve gavê neavêjin û bi vî awayî bersivê bidin.

Di daxuyaniya li Geverê de jî gelek kes amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Akarsel hatibûn vekirin û pankarta “Jin jiyan azadî” hat rakirin. Di daxuyaniyê de parêzera OHD’î Cevahîr Agrali axivî. Agrali got ku jinên ku pêşengitiya şoreşên bi dirûşma “Jin jiyan azadî” pêk hatin dikirin, niha di hedefê de ne û wiha pê de çû: “Aqilê desthilatdariyê ku hebûna xwe bi mirin, xwîn, komkujî û talanê diparêze, bi sedan sala ye li dijî jinên jiyaneke watedar ava dikin, şer daye destpêkirin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî bexwedana jinan” bi dawî bû.

EDENE

Meclîsa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li Edeneyê jî qetilkirina Akarsel protesto kir. Daxuyanî, li Parka Heyekellî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Edeneyê Helîn Kaya qetilkirina Akarsel şermezar kir û ev tişt anî ziman: “Em ê tenê yek saniyeyê jî dev ji têkoşîna azadiyê ya jinan bernedin. Em ê pênûsa Nagihanê li erdê nehêlin. Em ê Jineolojiyê weke parastina cewherî ya zanistî ya hemû jinên cîhanê mezintir bikin.”

MÊRSÎN

Rêxistina HDP’a Mêrsînê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Jin jiyan azadî, jin dê bêdeng nemînin” hatibû vekirin. Di daxuyaniyê de li gel parlamenterên HDP’ê Ridvan Turan û Fatma Kurtulan, gelek kesên din jî amade bûn. Ji Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê Hamdiye Kiric di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Akarsel bi sekna xwe bû hêviya her kesî û wiha got: “Guleyên li Nagihanê hatine xistin, li têkoşîna azadiyê ya jinan hatine xistin. Ev gule li dengê jinan, li gotina jinan hatine xistin. Di şexsê nasnameya Kurdî û rojnamegeriyê ya Nagihanê de xwestin me bêdeng bikin lê belê em ê ji têkoşîna xwe paşvegav neavêjin û bi vî awayî bersivê bidin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin jiyan azadî" û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.