Şehîdên azadiyê li Saarbruckenê hatin bibîranîn
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo şehîdên azadiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo şehîdên azadiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di çalakiyê de rojnamevan Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan û şehîdên Parisê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hatin bibîranîn.
Bîranîna ku gelek Kurdistanî û malbatên şehîdan lê amade bûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser têkoşîna şehîdan a ji bo welatekî azad û heqîqetê û hate destnîşankirin ku têkoşîna wan wê bigihêje serketinê.
Merasîma bîranînê bi helbest û awazan berdewam kir. Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.