Qetilkirina Akarsel li Hambûrgê hat protestokirin

Meclîsa Jinan a Rojbîn ji bo Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li ber Balyozxaneya Tirk a li Hambûrgê çalakiya protestoyî lidar xistin.

Meclîsa Jinan a Rojbîn a li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê kar û xebatan birêve dibe, qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, her wiha Rojnamevan û Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, li ber Balyozxaneya Tirk a li Tesdorpfstrasseyê bi daxuyaniyekê protesto kir.

Endamên Meclîsa Jinan a Rojbîn, Meclîsa Gel a Hambûrgê û hêzên enternasyonalîst ên Elman tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Jin Jiyan Azadî”, dovîzên ku wêneyên Nagihan Akarsel û Jîna Emînî li ser bûn û alên TJK-E û KJAR’ê hatin hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd namirin” û “Terorîst Erdogan, Kujer Erdogan” hatin berzkirin, stranên şoreşgerî hatin gotin.

‘EM Ê BI DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ LI BERXWE BIDIN’

Hana Kleîn li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn daxuyanî da û destnîşan kir ku jin li her çar aliyên Kurdistanê, ji aliyê pergala mêr a serwer ve rastî êrîşên dermirovî tên û tên qetilkirin. Hana wiha got: “Ev êrîş, êrîşek e ku di şexsê Nagihan de li dijî azadiya jinên Kurd, bi destê dewleta Tirk bi awayek nemerdane û xayînane hatiye kirin. Hişmendiya ku Jîna Emînî, Nagihan qetil kir, heman hişmendiya qirêj e. Guleya li Nagihanê hat xistin, li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê hatiye xistin. Em jin wê hesaba vê bipirsin. Dîktator ji jinên Kurd ditirsin. Em soz didin ku em ê li dijî van polîtîkayên kujer ên ku dewleta Tirk û desthilatdarên li Kurdistanê bi taybetî li dijî jinên Kurd pêş xist, her tim bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li berxwe bidin û têkoşîna Nagihanê geş bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û stranên şoreşgerî bi dawî bû.