Cîhan û heqîqet
Hevrê Cîhan li Tişrînê ne tenê şaşitiyek rast dikir; ne tenê li pey nûçeyeke rojane bû. Ew li ber berevajîkirina dîrokê radibû, pêşengî ji bi watekirina başiya heqîqetê, bedewî û rastiyê re dikir. Lewma bû hedef.
Hevrê Cîhan li Tişrînê ne tenê şaşitiyek rast dikir; ne tenê li pey nûçeyeke rojane bû. Ew li ber berevajîkirina dîrokê radibû, pêşengî ji bi watekirina başiya heqîqetê, bedewî û rastiyê re dikir. Lewma bû hedef.
Di serdemekê de ku hewl tê dayîn qîmetê mirovan ji holê bê rakirin, li Rojavayê Kurdistanê ku bi berxwedêrî û wêrekiyê li ber xerabiya li cîhanê radibe, min hevrê Cîhan nas kir. Ji nûçeyên ku bi aqil û dilê jinê çêdikir, min ew nas kir. Weke ku rewşeke efsûnî pê re hebû ku her tişta destê xwe dida wê bedew dikir, bi wate dikir. Her kêliyên berxwedan û bedewiya ku wêneyên wê dikişand, di kesayetiya xwe de kom kiribû. Ji bo karibe wateya dilê xwe zêde bike, ji bo karibe berxwedana ji bo parastina jiyana bi berdêlên mezin hatiye afirandin nîşanî tevahiya cîhanê bide hatibû Rojava. Timî digot, 'Ji bo jiyaneke bi rûmet pêwîstî bi berxwedan, meş û hatinê hebû'. Bi rûyekî li ken timî digot, 'Li hemberî hemû zor, zehmetî, êş, tirs, tarîtiyê divê mirov li ber xwe bide, bimeşe û bê'.
Her tişt bi kelecaneke mezin vedigot. Mirov nekarî li pêşberî tiştên wê digot xemsar bimîne, ji nedîtî ve bê. Xwe dida guhdarîkirin, dida hezkirin û dida bêrîkirin.
Xeyaleke her kesî heye. Xeyala Cîhan jî ew bû ku bibe rojnamevaneke rasteqîn; dixwest êş û berxwedana vî gelî bi rengekî rast nîşan bide. Her kes ne xwedî wê wêrekiyê ye ku bide pey xeyalên xwe, her kes ne xwedî wê biryardariyê ye ku bide pey xeyalên xwe. Cudahiya Cîhan jî bi vî rengî bû; Ew diwêriya bide pey xeyalên xwe. Her kes dimeşe, her kes bi pêş ve diçe, lê her kes nikare ber bi agirê rastiyê ve bibeze.
Cîhan wêrek bû, ya rast ya ku ew da pey wê rastiyê jî ev wêrekiya wê bû. Lêgerîna li pey rastiyê, di çavên wê de dibû şewq, di dilê wê de dibû kelecan. Ji wan mirovên ku dengê gel nedibihîst aciz dibû. Xwe îqna kiribû ku nedîtina dengê gel, jibîrkirin tirsonekî ye. Ji ber vê yekê jî her tişt di hişê xwe de dineqişand. Ji bîr nedikir, nedida jibîrkirin.
Lewma her mirovî di rû û çavên wê de dikarîbû xwe bidîta. Bi ruhê azadî û berxwedanê re bû yek û meşiya. Hevrê Cîhan xwedî dilekî welê bû ku cîhan têra hembêzkirina wê nedikir, xwedî wijdanekî welê bû ku neheqî qebûl nedikir, lêgerîneke heqîqetê bû ku berdêl çi dibû jî dida pey heqîqetê. Yên ku bi berxwedanê nizanibin, hîs nekin nikarin êşê hîs bikin û vebêjin.
Ji ber vê yekê hevrê Cîhan di nava karekî welê de xwe afirand ku vegotina berxwedan û êşê ji xwe re kir armanc. Heqîqet li ku derê dihate berevajîkirin, derew li ku derê li ser kar bûya, mirovahî li ku derê bi hesreta nûçeya rast bûya, hevrê Cîhan jî weke rojnamevanekê li wê derê bû. Dilsozê nirxên li Rojava bû; ji bo karibe van nirxan biparêze û bigihîne cîhanê nûçegihanî kir. Pênûs, kamera û mîkrofona xwe bi vê armancê bi kar anî. Hevrê Cîhan li Tişrînê ne tenê şaşitiyek rast dikir; ne tenê li pey nûçeyeke rojane bû. Ew li ber berevajîkirina dîrokê radibû, pêşengî ji bi watekirina başiya heqîqetê, bedewî û rastiyê re dikir. Lewma bû hedef.
Tenê kameraya wê di destê wê de hebû; ji bo rastiyê ji cîhanê re ragihîne li wê derê bû. Cîhan wê her tim di dilê me de be. Li wateyên pênûs û kameraya wê, wê her tim wateyên nû zêde bibe. Û em zanin ku ti hêzê nekarî heqîqetê bêdeng bike, wê nikaribe bêdeng bike!