MLKP/KKO: Sûîkasta li Akarselê li dil û mêjiyê jinan hat kirin

MLKP/KKO‘yê bertek nîşanê qetilkirina Nagihan Akarselê da û got: “Sûîkasta li Nagihanê, li dil û aqlê jinan hatiye kirin.“

Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora kovara Jineolojiyê, akademîsyen Nagihan Akarsel, 4’ê Cotmehê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi çekê hat qetilkirin. Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst/Rêxistina Jinan a Komunîst a Kurdistanê (MLKP/KKO) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî qetilkirina Akarselê da û got: “Sûîkasta li Nagihan Akarselê, li dil û mêjiyê jinan hatiye kirin. Têkoşîna azadiyê ya jinan nayê rawestandin.“

Daxuyaniya MLKP/KKO’yê wiha ye:

“Nagihan Akarsel, wê di têkoşîna jinan de bijî. Bi ronakbûna xwe wê li ronîkirina jinan dewam bike. Qetilkirina Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çirûska serhildanê vêxist. Sûîkasta li dijî Nagîhan Akarsel jî di dema serhildana gel de pêk hat.

Serhildana ku bi pêşengiya jinan dest pê kir, belavî tevahî bajarên Îranê û Rojhilat û tevahî cîhanê bû. Li Îranê rastiya civakî ku wek neteweyî, mezhebî û zayendî parçe bûye, nîşan da ku li dijî mêtîngêrî û baviksalariyê dikare bibe yek. Helwesta jinan a bibiryar a li dijî pergala serdestiya mêr, wêrekiyeke mezin da gelên bindest.

Dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî‘ li dijî pergala serdestiya mêr bû sedem ku hemû jin û nasnameyên bindest rabin ser pêyan û bû bangawaziyek a êrîşkirina pergala serdestiya mêrperest. Ji bo azadiya zayendî, jin li her derê çalakiyan li dar dixin.

Têkoşîna jinan a wekhevî û azadiya zayendî, li Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tacîdar bû. Şoreşa Rojava ya jinan, li dijî serdestiya mêrperest, destkeftina hemû jinên herêmê ye. Zanebûna serhildan û şoreşê ye. Li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, êrîşên li dijî jinên Kurd, êrîşên li dijî vê zanebûn û pratîkê ne. Nagihan Akarsel, yek ji ragirê vê zanebûn û pratîkê ye. Sûîkasta ku li dijî Nagihan Akarselê hat kirin di heman demê de mejî û dilê jinan hedef digire. Tu hêz nikare jinên ku ji bo azadiyê li çiya û bajaran di eniyên şer ên herî pêş de cih digirin rawestîne.

Dewleta Tirk a faşîst û mêtinger ku bi awayekê eşkere piştgiriya PDK’ê girtiye, dijminê Kurdistanê, dijminê Kurd û jinan e.

Divê destpêkê gelê me yê Başûrê Kurdistanê vê êrîşê, weke jinên Rojhilatî û Îranî, weke ciwan û gelê me yê kedkar pêşwazî bike û rabe ser pêyan. Divê mêtingeran û hevkarên wan ji welat derbixin. 

Kurdistana ku emperyalîst û mêtingeran parçe kiriye, bi pêşengiya jinên Kurdistanê, dibe yek.“