Nagîhan Akarsel li Barcelonayê hate bîranîn

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li paytexta herêma Katalonya Barcelonayê hate bîranîn. Di bîranînê de soza şopandina rêya Akarsel hate dayîn.

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê ya li Katalonyayê 5'ê Cotmehê ji aliyê komek ji enternasyonalîstan ve li Barcelonayê hate bîranîn.

Di bîranînê de sînevizyonek li ser Akarsel hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê nûnerên Akademiya Jineolojiyê, Komite Jineolojiyê ya Katalonya, Komiteya Jinwar a Ewropa, Koma Jinelojiyê ya Dayikan û Koma Azadiya Jin a Katalonyayê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku ew ê xebatên Nagîhan Akarsel ên ji bo pêşxistina zanist û azadiya jinê bidomînin û dan zanîn ku bi têkoşîna jinan wê tola Akarsel hilînin.

Piştî axaftinan ji bo Akarsel li çiyayê Barcelona Collserola darek hate çandin.

Enternesyonalîstên ku li Katalonyayê karê jinelojiyê dimeşînin piştgiriya xwe ji bo xebatên jinelojiyê dan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” bi dawî bû.