Li bajarê Orebro yê Swêdê, ji bo piştgiriya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ku li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê li ber xwe dide, şeva piştgiriyê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Orebroyê Haydar Efrîn axaftinek kir û got: “Divê em Şoreşa Rojava ya ku bi ked û berxwedaneke mezin li ser xeta azadiya jinan hatiye afirandin wekî çavên xwe biparêzin û xwedî lê derkevin.”
Di çalakiyê de hunermend Ferhat Tunç, Şiyar û Dijwar derketin li ser dike. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî YPJ” û “Bijî YPG” hatin berzkirin.
Şeva piştgiriyê bi coşa serhildanê bi dawî bû.