Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku hêzên wê yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi piştgiriya bejahî û hewayî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê, her wiha li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê têk birin.
Navendê diyar kir ku di encama pevçûnên vê sibehê li derdora bajarê Ebû Qelqel ê başûrê Minbicê û gundewarê bakurê Bendava Tişrînê rû dane de, 14 çeteyên dagirkeriyê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha 2 panzêr û 2 wesayîtên doçka li ser û 2 motorsiklêtên çeteyan hatin rûxandin.
Navendê eşkere kir ku tevahî êrîş hatin têkbirin û dê dîmenên rûxandina alavên dijmin di demeke pêş de biweşînin.